Rêxistinên HDK, HDK, DBP û KCD'ê bal kişandin ser fikarên li ser tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwestin malbat, parêzer an jî heyeteke wan a siyasî demildest biçe Girava Îmraliyê.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Ayhan Bîlgen, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan, Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û Onûr Hamzaoglû, Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk daxuyaniyeke hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser fikarên li ser ewlehî  û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Hevserokên Rêxistinan diyarkirin ku ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha hevdîtina malbatê qut bûye û zêdeyî saleke tu agahî jê nayê girtin.


Hikûmxawarekî ji rêzê nîne Daxuyaniya sazî û rêxistinan a hevpar wiha ye:

"Di nava van şert û mercan de, hin nûçe û parvekirinên medya civakî têkildarî şert û mercên ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan ji nû ve hatin parvekirin. Ev cihê tirs û fikaran e. Yên ku ev nûçe weşandin kî ne? Armanca wan çi ye? Em bang li Wezîrê Edaletê dikin ku bi erka xw erabe. Mijar gelekî hesas e û ne tiştekî sivik e ku bi daxuyaniya Dozgeriya Bûrsayê di ser guh re bê avêtin. Ev daxuyanî ne cihê baweriyê ye.

Birêz Ocalan hikumxwarekî ji rêzê nîne. Gelê Kurd li bendê ye, ku rewşa wî ya tenduristiyê ji wî bi xwe bibihîze û hîn bibe. Hikumetên AKP'ê bi sedan carî daxwaza parêzeran a ji bo hevdîtinê red kirin. Destûr ji hevdîtina malbatê re nayê dayin. Ev rewş, di nava gelê Kurd û hemû hêzên aştî û demokrasiyê de rê li ber fikarên cidî vedike.

 

'Xemsariya hikûmetê nayê qebûl kirin'

Ev helwesta xemsar a hikumetê ne ya qebûlkirinê ye. Em di demeke welê de ne, ku endîşe û bendewarî roj bi roj zêde dibin. Em li bendê de ku desthilatdarî û saziyên dewletê helwesteke pêwîst a ku dawî li tecrîdê tîne nîşan bidin. Divê demildest gav bên avêtin. Hemû sazî û dezgehên ji bo ev bendewarî pêk were xwedî bi biryar in. Ev mijar bi bêdengkirinê û daxuyaniyên biçûk nayê qebûlkirin. 

 

Ji Rojhilata Navîn ne cudatir e

Bİrêz Ocalan ji bo aştî û çareserî pêk bê bi aqil, fikir, pêşniyarî û hemû hebûna piştevaniyek gelek mezin kiriye. Ji bo pêşerojê, hem ji bo herêma me û tevahiya herêmê ji bo pirsgirêk bigîhîjin aştî û demoktîkbûnê kesayetek girîng e. Nûçeyên têkildarî rewşa Birêz Ocalan tên çêkirin ji geşedanên Rojhilata Navîn ne cudatir e. Divê ku ev rastî qet neyê jibîrkirin. Vê rastiyê jî du sal û nîv di dema hevdîtina li Îmraliyê de rayedarên dewletê jî gelek baş dîtin. 

 

Tecrîd şer e

Em dizanin polîtîkayek tecrîdê ya li dijî mirovahiyê didome. Ev tecrîd ji ber polîtîkaya şer adesthilatdariya siyasî û saziyên dewletê pêk tê. Tecrîd şer û pevçûn e. Tecrîd neyartiya li dijî gelê kurd e. Tecrîd li dijî hemû tiştên kurd û Kurdistanê ye. 


AMED