Li paytexta Belçîka Brukselê, komek ji çalakgeran li Gare du Mîdî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xist. Çalakgeran pêr danê êvarê saet di 17:00 de, bi t-shîrtên ji wêneyên Ocalan û pankartên bi nivîsên ji bo azadiya Ocalan li salona mezin a gara renê Mîdî çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Çalakgeran li ser rewşa Ocalan, ku piştî hewldana darbeyê fikar zêde bûne, belavok belav kirin. Di çalakiyê de dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Kujer Erdogan” û “Terorîst Erdogan” hatin qîrîn. Çalakî piştî xwendina belavoka bi zimanê Fransî bi dawî bû.


Tecrîd li Frankfûrtê hat şermezarkirin

Ji ber fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan, bi pêşengiya Meclîsên Jinê yên Amara-Frankfûrt, Sara-Offenbach û Nûjîn-Hanaû, li Balafirgeha Frankfûrtê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin. Çalakgeran tîşortên bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî” li xwe kirin û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Bê Serok jiyan nabe” qîriyan. Di axaftinên li vê derê de hat xwestin, tecrîda li ser Ocalan derhal were rakirin û malbat karibe pê re hevdîtinê bike. 


Li Peîne kon hat vedan

Li bajarê Peîne yê Elmanyayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hat vedan. Çalakî wê du rojan dewam bike.

Di roja destpêkê ya çalakiyê de, li navenda bajêr gelek belavok hatin belavkirin û li ser rewşa Ocalan agahî ji mirovan re hat dayîn.

Çalakgeran fikarên xwe yên li ser rewşa tenduristî û ewlekariya Ocalan parve kirin û bi Elmanî û Kurdî dirûşm qîriyan. 


 BRUKSEL/FRANKFURT