Kongreya Star a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwepêşandanek ku dê sê rojan dewam bike da destpêkirin. Di roja yekem a xwepêşandanê de axaftin û semînerên derbarê berxwedan û jiyana Ocalan de hatin pêşkêşkirin.

Kongreya Star li kantona Efrînê a herêma Efdaral a Efrînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xwepêşandanek bi diurşmeya ʺAzadiya Rêber APO, azadiya tevahiya mirovahiyê yeʺ da destpêkirin. Xwepêşandana behsa mijarê dê sê rojan dewam bike. Konê xwepêşandanê li meydana şehîdan a li bajarê Efrînê hate vekirin. Konê çalakiyê bi Posterên Ocalan û şehîdên azadiyê, her wiha alên Kongreya Star, YPJ û TEV-DEMʹê hatiye xemilandin.

Xebatên roja yekem a çalakiya Kongreya Star ku bi beşdarbûna şêniyên navçeyên Bilbilê, Şera û Raco pêk hat, bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endama Rêveber a Kongreya Star Sureya Mustef tecrîd  şermezar kir.


Çalakî bi beşdarbûnê didome

Di berdewama çalakiyê de Endama Rêveber a PYDʹê Îlham Hesen derbarê jiyan û têkoşîna Ocalan ji zarotiyê û heta niha û çawaniya pêkanîna kesayeta wî anî ziman.

Dê xwepêşandan 3 rojan bê navber dewam bike, di roja duyemîn a çalakiyê de wê şêniyên Mabata, Şiyê, Cindirêsê û hêzên Asayîşê û Tirafîkê jî beşdar bibin. 


 EFRÎN