Ciwanên Kurd li paytexta Fransayê Parîsê, bi îtaetnekirina sivîl tecrîdkirina Ocalan şermezar kir, pirtûkên Ocalan li meydana Muzeya Louvreê xwendin. Ciwanên ku li Munsterê jî komuna xwe ragihandin got, “Beşeke mezin a têkoşîna li dijî tecrîdê rêxistinbûn e.”

Ji bo Ocalan li paytexta Fransayê Parîsê, li ber Muzeya Louvreê û li ber gara trenan a herî mezin a bajêr a bi navê Gare du Nordê çalakî hebûn. Ciwanên Kurd xwest tecrîda li Îmraliyê were rakirin. Ciwanan li bajarê Elmanyayê Munsterê jî Komuna Ciwanan a Şehîd Atakan Mahîr damezrand û da zanîn ku yek ji erkên wan ên sereke wê azadkirina Ocalan be.

Ciwanên ji Tevgera Ciwanên Şoreşger, YXK û JXK’ê, li Gare du Nord a li paytexta Fransa Parîsê çalakiyeke îtaetnekirina sivîl kir. Ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanan posterekî mezin ê Ocalan, alên PKK û KCK’ê û wêneyên sê jinên şoreşger ên Kurd ên 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin, hilgirtin.

Ciwanan wekî din pankarta li ser “Dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê bicehime” nivîsandî jî hilgirt.

Ciwanan bi sloganan doza azadiya Ocalan kir û dewleta Tirk a faşîst jî şermezar kir.

 

Louvreê pirtûkên Ocalan jî bihîstin

Endamên rêxistinên ciwanan li ber Muzeya Louvreê ku yek ji navdartirîn û mezintirîn muzeyên dinyayê ye, civiyan û tecrîdkirina Ocalan rûreş kir. Ciwan li pêşiya muzeyê rûniştin û wan dest bi xwendina pirtûkên Ocalan kir.

Ciwanan her wiha li ser tecrîdê û êrişên dewleta Tirk belavok belav kirin û bala tûrîstan kişandin ser rewşê.

 

Em tecrîdê rakin

Ciwanên Kurd ên li Munsterê, Komuna Ciwanan a Şehîd Atakan Mahîr ragihand û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga rêxistinbûnê kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ku 21’ê Cotmehê li bajarê Elmanyayê Bergisch Gladbachê hate ragihandin, coş û kelecaneke mezin xistibû nava ciwanên Kurd. Ciwanên Kurd ên li Munsterê, tevî dostên xwe Komuna Ciwanan a Şehîd Atakan Mahîr di bin sîwana Tevgera Ciwanên Şoreşger de ava kir.

Ciwanan got, wan bi şîara “Serî li ber faşîzmê rake, Rêber Apo azad bike” komuna xwe ava kiriye. Ciwanan gotm di şexsê Ocalan de ciwan û tevahiya gelên Kurdistanê hatiye tecrîdkirin. Ciwanan wekî din êrişên dagirkeriyê yên li dijî Kobanê û Girê Spî jî şermezar kir û bang li ciwanan kirin ku xwe bi felsefeya Ocalan bi rêxistin bikin û li ber êrişan rabin.

Endama Komuna Ciwanan a Şehîd Atakan Mahîr, Jînda Riha got, “Beşeke mezin a têkoşîna li dijî tecrîdê rêxistinbûn e. Ciwanên Kurdistanê divê bêhtir Rêber Apo fêhm bikin û li ser bingeha paradîgmaya wî xwe bi rêxistin bikin.

Em bang li ciwanên Kurdistanî dikin ku li her devera lê ne komun û meclîsên xwe ava bikin, li ber faşîzmê rabin û ji bo azadiya Rêberê me têbikoşin.”

 

PARÎS/MUNSTER