Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin hem li girtîgehan û hem li derve gelek çalakî pêk hatin. Lê hîn agahî ji Ocalan nayê girtin. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiya ji doza PKK'ê tê darizandin Gonul Erdogan ji bo tecrîda li ser Ocalan şermez bike, di 1'ê Îlonê de dest bi "Rojiya Mirinê" kir. Erdogan, der barê armanca çalakiya xwe de bi Kurdî daxwazname ji Wezîrê Darê re şand û wiha got: "Heta mafê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê tenduristî, parastin û azadiya fîzîkî neyê bi destxistin ez xwarinê naxwim."
Erdogan di daxwaznameya xwe de tîne ziman ku berî niha jî der barê tecrîd, zext û pirsgirêkên li girtîgehan de bi dehan daxwazname şandiye wezaretê, lê ev bi ti awayî li ber çavan nehatiye girtin.
´Ji bo azadiya Ocalan dikevim rojiya mirinê´
Erdogan di daxwaznameya xwe ya şandiye ji Wezareta Dadê a Tirkiye re weha dibêje: "13 salin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan helwestên li dijî mirovahiyê û pêkanînên xerab tên meşandin. Li Girtîgeha Îmralî Brêz Ocalan û 5 hevalên din di bin tecrîda giran de dijîn. Salek zêde ye tecrîdek giran tê meşandin... Ev helwest û têgihiştina dijmintiyê ye. Bi vê têgihiştinê ne pirsgirêka Kurd çareser dibe ne jî şer bi dawî bide. Roj bi roj pirsgirêk kurtir dibe û şer gur dibe. Li her qadê û li her derê gelê Kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyan pêk tînin. Divê nexşeya rê ya Brêz Ocalan têxin xizmeta gelê Kurd û Tirk û rê li demokratikbûnê vekin. Ji bo vê yekê jî divê mafê Brêz Ocalan ê tenduristî, parastin û azadiya fîzîkî bê dayîn. Heta ku ev maf neyên tayîn aştî û aramî pêk nayê, wê gelek kesên din jiyana xwe ji dest bidin. Çawa gelê me li hemberî van kiryarên dijmirovahî li ber xwe didin, ezê jî li ber xwe bidim. Ji ber vê yekê min mirin daye ber çavan. Heta mafê Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan ê tenduristî, parastin û azadiyê bê bidestxistin ezê çalakiya xwe ya Rojiya Mirinê berdewam bikim."
DÎHA/STENBOL