
Endama Platforma Ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî û Endama Meclsa Daîmî ya KCD'ê û Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, diyar kir ku ew ê wekî platformê di 13'ê Çile de li Stenbolê ji bo azadiya Ocalan konferansa navneteweyî pêk bînin. Ayna da zanîn ku xebatên wan ên konferansê li ber dawî ne û wiha got: "Em dixwazin bi vê konferansê li Tirkiye û cîhanê niqaşekê bidin destpêkirin. Xebatên me yên konferansê li ber bidawbûnê ne. Hemû karên teknîkî bi dawî bûne. Di konferansê de wê rol û mîsyona rêberên welatên ku di heman pêvajoyê re derbas bûne bên niqaşkirin. Emê konferansê bi navê 'Çima ji Ocalan re Azadî" pêk bînin.
Ayna da zanîn ku xebatên wan yên kampanyaya îmzeyan jî berdewam dike û anî ziman ku ew dixwazin rol û misyona Ocalan a di aştiyê de ji rayagiştî re destnîşan bikin û weha got: "Em ê aliyê wî yê îdeolog û aştiyê bidin xuyakirin. Divê her kes aliyê Ocalan ê nayê dîtin baş bibîne û qebûl bike." Ayna, da zanîn ku wan xwe gihand gelek derdoran, lê wan xwe negîhandiyêe aliyê gel. Ayna anî ziman ku ger milê gel temam nebe wê konferans negêje armanca xwe û aliyekî wê lawaz bimîne.
Polîtîkaya dîlgirtinê tê meşandin
Ayna, destnîşan kir ku polîtîkaya dewletê ya li hemberî Îmraliye di heman demê de li hemberî gelê kurd pêş dikeve. Ayna, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye û xwest her kes li gorî rol û mîsyona Ocalan a aştî, çareseriyê nêzîk bibe. Ayna, anî ziman ku polîtîkaya dewletê ya li Îmraliyê polîtikaya dîlgirtina gel e û wiha got: "Tirkiye dixwaze bi tecdîla li ser Birêz Ocalan hemû gelê kurd tecrîd bike. Ji ber ku Birêz Ocalan heviya gel e. Ger ku em hinekî bêtir ji dil bixebitin me dikarîbû gelê kurd û Birêz Ocalan ji vê dîlgirtinê rizgar bikin.”
DÎHA/AMED