Di salvegera 18. a bêbextiya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de Kurdistanî wê ji Luksembûrgê heta Strasburgê bimeşin û xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin û bêbextiyê jî rûreş bikin.

Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) pêşengiyê dike ji meşê re ku wê 1’ê Sibatê li Luksembûrgê piştî daxuyaniyeke çapemeniyê ji ber avahiya Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê dest pê bike.

Meşa dirêj wê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, bilindkirina dengê daxwaza ‘Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê’ pêk were. Meşvan wê ji Luksembûrgê berê xwe bidin Fransayê û piştî bajarên Aûdîn-le-Tîche, Thîonvîlle û Talange, bigihîjin bajarê Metzê. 

Li gorî plansaziya çalakiyê, li bajarê Metzê konferansek wê li ser pirsgirêka Kurd bê lidarxistin û piştre meş ber bi bajarên Landremont, Saînt-Avold, Pûttelange-aûs-Lac, Sarre-Ûnîon û Phalsboûrgê dewam bike. Çalakgerên meşa dirêj wê 10’ê Sibatê bigihêjin Strasboûrgê û li herêma ku saziyên Parlamena Ewrûpayê û Konseya Ewrûpa lê ne, daxwazên xwe bi dengekî bilind derxin.

Çalakger paşê, 11’ê Sibatê beşdarî meş û mîtînga mezin a li dijî bêbextiyê dibin û dawiyê li çalakiya xwe tînin. Ji rêveberên  CDK-F Huseyîn Salîh Dûrmûş ji rojnameya Rebublicain Lorrain re got, di çalakiyê de ew ê daxwaza ‘Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re’ derxin pêş.

Dûrmûş da xuyakirin, ku tevî gelek nûnerên Kurd û rewşenbîran, dostên Kurdan ên Ewrûpî jî wê tevlî meşê bibin û bi vê yekê dixwazin rastiya Kurdistanê ya ku bi Peymana Sykes-Pîcot nehatiye dîtin, bidin nîşandan. Dûrmûş her wiha anî ziman ku ew ê bixwazin cîhana Rojava ya destekê dide şervanên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê vê desteka xwe di qada siyasî de jî bike. 


 PARÎS