Çalakiya nobeta bênavber a ji bo Ocalan, dê di 25’ê Hezîranê de li ber Konseya Ewropayê (KE) dest pê bike û dê çalakên Înîstiyatîfa ji Ocalan re Azadî û meşvanên meşa Cenevre-Strasbourgê pêşengiya wê bikin. Di daxuyaniya hevpar a hat dayîn de hat ragihandin ku ew ê dest bi çalakiya nobeta bê navber bikin.
Di 1-18’ê Sibatê de, di hewaya pir sar de ji Cenevre heta Strabourgê bi beşdariya bi sedan kesî meşa ji Ocalan re Azadî hatibû lidarxistin. Piştî meşa dirêj a bi qasî bi sedan kîlometre dirêj kir, 15 siyasetmedarên Kurd li Strasbourgê di 1’ê Adarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor kirin. Ev greva birçîbûnê 52 rojan berdewam kir û li gel vê jî grevên birçîbûnê yên dorvegere pêk ahtin.

'Dixwazin Kurdan teslîm bigirin'
Endamên Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî û Meşvanên Cenevre-Strasbourgê daxuyaniyek hevpar dan û diyar kirin ku ew li ber KE’yê nobeta bênavber.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîşên dijwar ên li hemberî Kurdan berdewam dike û li gel vê jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser operasyonên siyasî û leşkerî yên hikûmeta AKP’ê û hat diyarkirin ku AKP dixwaze bi tecrîda li ser Ocalan, tevgera Kurdan teslîm bigire.
Di daxuyaniyê de hat gotin; “Dixwazin vê tecrîda li ser Ocalan hatiye pêşxistin û polîtîkayên vederkirinê li her derê bikin serdest û hewl tê dayîn ku bi vê yekê tevgera Kurdan teslîm bigirin. Êdî aşkere bûye ku hikûmeta AKP’ê û hêzên navneteweyî dixwazin Birêz Ocalan ji pêvajoyê veder bike, ji tevgera wî bike, li derveyî pêşketinan bihêle û hewl didin bi rêbazên xwe pirsgirêkê çareser bikin.

'Têkoşîn li dij tecrîdê dê berdewam bike'

Kurd, Tevger Azadiyê, saziyên Kurdan û dostên Kurdan, tu carî vê tecrîda li ser Birêz Ocalan û polîtîkayên tunekirinê û vederkirinê qebûl nakin û dê qebûl nekin”. Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku dê têkoşîna gelê Kurd a li hemberî tecrîdê berdewam bike.
Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî û Meşvanên Cenevre-Strasbourg bal kişandin ser çalakiyên Meşa Dirêj a ji Cennevre heta Strasbourgê û greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor a li Strasbourgê ku 52 rojan berdewam kir û diyar kir ku bi van çalakiyan senkek rast a têkoşînê hatiye nîşandan. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku bi heman armancê gelek meş û mitîng jî hatine lidarxistin û hat gotin; “Kurdên li Ewropayê dijîn, bi dirûşima Êdî Bes e, An Azadî, An Azadî, bi dengeke bilind nîşan dane ku ew ê tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl nekin û ji bo vê yekê çi pêwîst be jî dê bikin.”

'Awayeke xurt beşdarî çalakiye bibin'
Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî ragihand ku ew ê ji niha û pêve jî li hemberî tecrîda li ser Ocalan bê deng nemînin û di çarçoveya rêze çalakiyên xwe de çalakiyeke nû li dar bixin. Înîsiyatîfê got; “Li ser vî esasî, em ji 25’ê Hezîrana 2012 ve, em dest bi çalakiya nobeta bênavber dikin û heta azadiya Ocalan dê ev çalakî berdewam bike. Nobeta ku em ê li ber Konseya Ewropayê li dar bixin, dê her hefte rojên hefteyê bênavber berdewam bike. Di 25’ê Hezîranê de em ê li ber Konseya Ewropayê bi lidarxistin civîneke çapemeniyê ya girseyî dest bi çalakiya xwe bikin. Em bang li her kesê dikin ku bi hestyarî tevbigerin û bi awayeke xurt beşdarî civîna çapemeniyê jî û çalakiya nobetê jî bibin.” 

 ANF/STRASBOURG




Ji parêzeran rapor

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji heyeta AKPM'ê re raporak pêşkêş kir. Di rapora 18 rûpelî de hat gotin; "Îzolasyona 11 mehên borî şêwazê nû yê îzolasyona rejimê ya 13 salên derbasbûyî ye. Rayedarên AKP'ê di daxuyaniyên xwe de li mikur hatine ku li ser Ocalan tecrîd heye. Em di mijara jiyana Birêz Ocalan de bifikar in." Heyet ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li wezareta edaletê da, lê wezaretê hê serlêdan bersiv nedaye. Raportorê Tirkiyeyê yê meclîsa parlementerên konseya Ewropayê Josette Durîeu û Sekreterê Komîsyona Venêrtinê Sylvîe Affholder bi parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Parêzerên Hiqûqa Buroya Sedsalê di rapora xwe de diyar kirin ku Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nekariye bi hevdîtinên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Di raporê de wiha hat gotin; "Îzolasyona ji Sibata 1999'an heta heta 17'yê mijdara 2009'an berdewam kirî li dijî kesekî hat pêkanîn. Lê ji Mijardara 2009'an û pê de ev îzolasyon bi 5 girtiyên din re berdewam kiriye û veguheriye îzolasyona komekê." Di raporê de hat destnîşankirin ku li ser bingehê îzolasyona 13 salên borî şêwazeke nû ketiye dewrê û wiha berdewam kir: "Îzolasyona 11 mehên dawî li ser bingehê rejima îzolasyona 13 salên borî ye û hê bêhtir hatiye girankirin. Şert û mercên tecrîda girankirî ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha li ser Ocalan û 5 girtiyên din berdewam dike. Ji ber sedemên keyfî û siyasî Birêz Ocalan nikare bi malbat û nûnerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Tevî vê yekê mafên telefon, faks û agahî girtinê jî tên astengkirin."
Di berdewama raporê de ev hevok hatin rêzkirin: "Serokwezîr Erdogan ji bo Ocalan gotibû, 'diviya ku cezayê darvekirinê pêk hatiba, heke em ban me ê darvekiriba.' Ev yek nîşan dide ku di nav dewletê de hê jî zihniyeteke tolhildêr û gefkar heye, her wiha ev rewş me dixe nava fikaran. Em der heqê pêşveçûna dosyaya Ocalan a li dadgeha mafên mirovan ewropayê berdewam dike de tu agahiyên me nîn in. Ocalan nikare mafên xwe bi awayeke aktîf biparêze. Piştî ku serokwezîr wekî hedef nîşan da ji 22'yê mijara 2011'an li hemberî parêzerên Ocalan operasyoneke berfireh pêk hat û 36 parêzer hatin girtin. Bi vê operasyonê hedef girtin ku Birêz Ocalan bê parastin bimîne."

'Hikûmet astengî derxist!'
Di raporê de hat bibîrxistin ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha Ocalan nikare bi girtiyên din, parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha parêzerê ji bo bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin 47 hefte ne 92 caran serlêdan pêk anîn û her car bersiva erênî dan serlêdanan. Raporê wiha berdewam kir: "Heta niha bersiva serlêdanan wekî "keştî xirabe ye" û "ba û bahoz heye" hat dayîn, lê ev bersiv di nava du mehên dawiyê de wekî "keştî tê temîrkirin" hat guhertin. Niha jî hincet wekî kêmbûna ewraqan nîşan didin. Hikûmet bixwe hiqûq û zagonên xwe binpê dike û bi nêzîkbûnên keyfî hevdîtin tên astengkirin."

'Em destûr nadin'
Di raporê de bala daxuyaniyên eniya hikûmetê yên di vê mijarê de teyîsîn çapemeniyê hat kişandin û wiha berdewam kir: "  Erdogan û Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn hevdîtinan bi zanebûn asteng dikin. Ergîn wiha got; 'Dem bi dem hincetên wekî ba û bahoz heye dihat xebitandin. Lê ba û bahoz tune bû. Divê bi dileke vekirî bê gotin ku bi zanebûn nehatin rêkirin. Rayedarekî payebilind daxuyand ku hikûmet ji ber destûr neda parêzerên Ocalan nekarîn bi mûwekkîlê xwe re hevdîtinê pêk bîne. Hem Serokwezîr û hem jî rayedarên hikumetê bi van pêkanînan hiqûq û zagonên xwe bixwe binpêkirine."

CPT hat rexnekirin
Di rapora ku ji heyetên CPT'yê re cih hat veqetandin de hat gotin; "CPT xwestibû ku birêz Ocalan her hefte bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. CPT di raporên xwe de xetereya îzolasyonê jî anîbû ziman. Lê tevî vê yekê jî ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha hevdîtina Birêz Ocalan a bi mûwekkîlên xwe re hatiye qedexekirin. Tevî ku 11 meh ser re derbas bûye jî Konseya Ewropayê li hemberî vê rewşê bêdeng maye. Ev yek di heman demê de baweriya li hemberî konseya ewropayê jî zeîf dike. Ev îzolasyon û tecrîda girankirî dîsa xespkirina mafên wî fikarên me yên der heqê jiyana Birêz Ocalan de hê zêdetir dike. Em vê bêhiqûqiya li dijî Birêz Ocalan pêşkêşî ew dikin û banga bihîstiyariyê dikin." 

DÎHA/STENBOL