Endamê Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Kantona Efrînê Nurhak Erdal banga “Hemû ciwanên ku li ser axa Rojava dijîn xwedî li Rêbertiya xwe derkeve” li ciwanan kir.


Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava ji bo balê bikişînin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî biryar girt ku dê li kantona Efrînê ya Rojava çalakiyan pêk bîbin. Ciwanan li kantonê belavok belav kirin û çalakiyên ku dê meheke berdewam bikin, vegotin. Endamê Endamê Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava ya Kantona Efrînê Nurhak Erdal bal kişand li ser xebatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Rojava daye meşandin û girîngiya van xebatan a di şoreşa Rojava de û diyar kir ku ew azadiyê deyndarî Ocalan in. 


Ji sê merhaleyan pêk tê

Erdal bilêv kir ku hamleya wan ji sê merhaleyan pêk tê û dê mehekî berdewam bike. Erdal Ev tişt anî ziman: “Deh rojên destpêkê ‘Jî tecrîdê ra na, li serokê xwe xwedî derkeve’, deh rojên duyemîn ‘Serokê xwe nas bike, fem bike bijî û û bide jiyandin’ û deh rojên dawî jî ‘Em bi dil û can li serokê xwe xwedî derkevin û serokê xwe azad bikin’ em ê bi van sloganan hamleyê bidomînin.” Erdal di berdewamê de ev agahî da: “Di deh rojên destpêkê de tecrîd, sîstema Îmraliyê, îşkenceya li Îmraliyê, nêzîkatiya dewleta tirk û welatên din ên li hemberî tecrîdê, em ê li ser van mijaran sînevîzyon, belgefîlm, panel û semîneran bidin. di deh rojên duyemîn de jî Rêber Apo kî ye, jiyana wî çawa ye, terzê wî çi ye, rêbertiyê heta niha çawa şoreş bi rêve bir, çi encam bi dest xist, em li ser van mijaran hûr bibin. Beşa sêyemîn jî ji bo hişyarkirina gel li darxistina çalakiyan e, dê mîtîng, meş, daxuyanî û meşên jinên ciwan pêk bê.”



NAZIM DAŞTAN / DÎHA/EFRÎN