
Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyarkirina rewşa wî, li bajarê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê didome.
Kongreya Star doh li taxa Enteriyê ya Qamişlo, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan û diyarkirina rewşa wî, çalakiya greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Konê gireva birçîbûnê bi wêneyên şehîdan, ala Kongreya Star û YPG/YPJ′ê hat xemilandin.
Çalakî îro di roja sisiyan de û doh di roja duyemîn de bi beşdariya bi dehan kesên ji Dêrik, Til Temir, Tirbespî, Şedadê û Dirbêsiyê dewam kir.
Li bin kon Hevseroka Meclîsa TEV-DEM′ê li Dêrikê, Hîva Hesen, Endama Rêveberiya Navenda Aboriya Jinê li Hesekê Merwa Ehmed û koçbera ji bajarê Reqayê Îmiyan Ebudulhadî axivîn.
Qisekeran komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir û got, gelên herêmê bi fikr û felsefeya Ocalan têdikoşin. Qisekeran wekî din got, armanca komployê şikandina vîna gelê Kurd bûye.
Piştre, li nirxandinên Ocalan yên derbarê azadiya gelên bindest de hat guhdarîkirin.
ANHA / QAMIŞLO