KCDK-E ji bo xwedîderketina li Ocalan û Efrînê 8-9-10’ê Tîrmehê li gelek welatan wê çalakiyan bike. KCDK-E’yê ji bo van meş û mîtîngan banga beşdarbûnê li Kurdan û dostên wan kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) ji bo meş û mîtîngên bi mebesta xwedîderketina li Ocalan û Efrînê daxuyaniyeke niviskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk dixwaze Rojhilata Navîn ber bi kaosekê ve bibe û got:
„Faşîzma AKP-MHP polîtîkayên komkujî, înkar û qirkirinê piştî Bakurê Kurdistanê niha dixwaze li Şengal, Rojava û Efrînê pêk bîne. Li Kurdistanê bi berxwedana Mehmet Tûnc, Asya Yuksel, Arîn Mîrkan û hevalên wan mêtingeriya TC’yê hatiye şikandin. Dewleta Tirk neçariya xwe ya herî mezin a dîrokî de ye. Mêtingeriya Tirk a tengezarbûyî ji bo xwe ji vê tengezariyê xilas bike hewl dide ku rojevê biguherîne, gotinên nîjatperestî ji xwe re dike ala û dixwaze armancên xwe yên mêtingerî pêk bîne. Ji bo vê jî niha Efrînê dixwazin ji xwe re bikin hedef. Ev hemû armancên dagirker û mêtinger qîmetê wan nake pîvazek.“
Ji bo mirovahiyê tekane hêvî
KCDK_E´yê Paradîgmaya Konfederaliya Demokratîk a Ocalan, weke aktorêî ku van armancan pûç dike bi nav kir û wiha dewam kir: „Ji bo ku di navbera gel û baweriyan de jiyaneke azad û wekhev ava bike projeya çareseriyê li ber mirovahiyê datîne. Modêla Rojava ku firazeya vê paradîgmayê ye ji bo mirovahiyê bûye tekane rêya çareseriyê û hêvî. Ji bo vê jî parastina Şoreşa Roajva û hemû nirxên destkeftî hem jiyanî ye û hem jî peywira Kurdan û peywira rûmet û welatparêziyê ya mirovahiyê ye.
‘Ew ê têk biçin’
KCDK-E´yê îşaret bi Şoreşa Rojava û destketiyên wê û li hemberî wê bêzariya Erdogan-DAIŞ´ê kir û wiha dewam kir: „Erdogan û paşverûyên herêmê di nav vê tirs û xofê de dîn û har dibin lê ev perpitîna wan wê nikaribe têkçûna wan bisekinîne.
Li Elmanyaya Merkel ku dilsoztirîn paşverûtiya Erdogan e, hatiye wê astê ku nikare cihekî bibîne ku karibe lê biaxive. Ji ber polîtîkayên wî yên ku diyar bûne, rawestandina endamtiya li Konseya Ewrûpayê bi têkoşîna biryardar û mafdar a gelê me çêbûye.“
KCDK-E´yê li ser vê yekê banga xwedîderketina Ocalan û Efrînê li gelê Kurd û dostên wî kir û got, „Li dijî armancên mêtingeriya Tirk a dagirkeriyê em têkoşînê û ji bo azadiya Rêber Apo em çalakiyên xwe bi giyanê Kobanê geş û gur bikin. Em KCDK-E, ji bo meş û mîtîngên 8-9-10’ê Tîrmehê yên li Elmanya, Kanada, Japonya, Fransa, Awusturya, Swîsre, Ingilistan, Belçîka, Danîmarka, Hollanda û Yewnanîstanê bang li gelê xwe û dostên xwe dikin, ku bi ruhê Kobanê beşdarî wan bibin.“
Plansaziya çalakiyan
Elmanya: 8 Tîrmeh 2017, saet 11.00, Meydana Deichtorhallen li Hamburgê
Belçîka: 8 Tîrmeh 2017, saet 14:00 - 17:00, Place Saint Laber li Liegeê
Holanda: 8 Tîrmeh 2017, saet 15.00, Meydana Dam li Amsterdamê
Yewnanistan: 8 Tîrmeh 2017, saet 18.00, Meydana Syntagma
Awusturya: 8 Tîrmeh 2017, saet 16.00, Martin-Luther-Platz li Linzê
8’ê Tîrmeh 2017, saet 13.00 – 18.00, Christian Brodaplatz (Europaplatz) li Viyanayê
Fransa: 8 Tîrmeh 2017, saet 17.00, Place de la République li Parîsê
8 Tîrmeh 2017, saet: 18.00, Place Canebiere li Marsilyayê
Ingilistan: 9 Tîrmeh 2017, saet 11.00, Nottingham Kurdisch Cominty Center (KCC) li Nottinghamê
10 Tîrmeh 2017, saet 19.00, Edmonton Angel Corner li Londonê
Swîsre: 8 Tîrmeh 2017, saet: 15.00, Rue de Romont li Fribourgê (Pêşberî Manor)
8 Tîrmeh 2017, saet: 13.30, Qada 1’ê Gulanê
Danîmarka: 8 Tîrmeh 2017, saet 13.00 – 14.00, Gammeltrov
Japonya: 8 Tîrmeh 2017, saet 15.00, Saitama ken kawaguchi shi Kawaguchi
Kanada: 8 Tîrmeh 2017, saet 19.00, Bloor and Yonge li Torontoyê
NAVENDA NÛÇEYAN
Ocalan wê azad bibe, Efrîn ewle
Li Paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Swîsre Cenevreyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Kurdistaniyên li playtexta Fransa Parîsê, ji bo balê bikişînin sertecîrdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî bînin ziman, çalakiyek li dar xist.
Çalakî li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) saet 19:00´an li ber avahiya Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) hate lidarxistin û endamên meclîsa navendî ya civaka Kurd a demokratîk a li Parîs û derdora wê û endamên ACTÎT’ê tebeşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pankart û dowîzên bi wan doza azadiya Ocalan hat kirin, hatin hilgirtin û li ser tecrîdê belavok hatin belavkirin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Parîsê, Mehmet Alî Yildiz li vir axivî û bang li raya giştî û medya Fransayê kir ku li pêşberî tecrîdkirina giran a li dijî Ocalan bêdeng nemînin.
Yildiz got, heta Ocalan azad bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin û ji bo meşa 8’ê Tîrmehê roja Şemiyê (îro) saet di 17:00´an a li meydana Republique banga beşdarbûnê kir.
Di dema çalakiyê de heyetek ji çalakgeran, têkildarî tecrîdkirina Ocalan dosyayek da rayedarên AFP´ê.
Heta Ocalan azad bibe
Li Cenevreyê jî, ji bo azadiya Ocalan mîtîngek hat lidarxistin. Kurdistanî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê civiyan û tevî dostên xwe bal kişandin ser tecrîdkirina Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Di çalakiyê de wêneyên Ocalan, alên KCK, YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin û Hevserokê NCDK a Cenevreyê, Salîh Saglam axivî. Saglam işaret bi tecrîdê kir û got, „Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e. Kurd wê ji bo azadiya Ocalan her tim li meydanan bin.“
Çalakî, piştî ku dosyayek li ser mijarê radestî rayedarên NY´yê hate kirin, qediya.
PARÎS /CENEVRE