
Xwendekarên dibistanên amadeyî û lîseyê dê bi awayekî heftane bi armanca bipêşxistina xebatên perwerdehiyê, nihêrîn û pêşniyazên xwe di nava ‘Waneya Nirxandinê’ de pêşkêş bikin.
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC- Demokratîk) a Efrînê bi armanca beşdarkirina xwendekaran di bipêşxistina xebatên perwedeyê de û xurtkirina pêwendiya di navbera mamoste û xwendekaran de, heftane waneyekê bidin xwendekarên refên amadeyî û lîseyê. Armanc ji vê yekê jî ew e ku gotûbêj û nirxandinên xwe pêşkêş bikin.
Nihêrîn û pêşniyazên xwe bibêjin
Di vê çarçovê de, dê her refekî komîteyek ji 3 xwendekaran bê avakirin. Komîteya Xwendekaran dê şopandin û rêxistinkirina ‘waneyên nirxandinê’ bikin. Dê nerîn û pêşniyarên xwendekaran der barê rewşa xwendin û mamosteyan de jî bên girtin. Di vê waneyê de dê rexne û xwerexnekirin jî ji aliyê xwendekaran ve, têkildarî kêmasiyên di nava hefteyê de derketine bên nirxandin. Ji bo Waneya Nirxandinê jî roja çarşemê hat destnîşankirin.
Ji bo asta perwerdeyê baştir be
Nerîn û pêşniyarên di waneya nirxandinê ya heftane de bên kirin, dê ji rêveberiya dibistanan û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC- Demokratîk) ku ji 5 endamên ji pêkhateya Kurd û Ereb pêk tê û çavdêriya rêxistinkirina xebatên dibistanan dike re bê ragihandin. Bi vê yekê, dê dengê xwendekaran bigihîne aliyên têkildar. Dîsa bi vê yekê, dê aliyên rêveber kêmasiyên heyî derbas bikin û asta perwerdehiyê jî dê baştir bibe.
Wê bigihînin rêveberên dibistanan
Xwendekara qonaxa amadeyî ya bi navê Kifyet Henan, bal kişand ser Waneyên Nirxandinê û diyar kir ku Waneyên Nirxandinê dê alîkariya xwendekaran bikin da ku nerîn û gotûbêjên xwe pêşkêş bikin, her wiha dê dengê wan jî bigihêje rêveberên dibistanan.
ELÎ RESÛLO / XANDÎ ELO / ANHA / EFRÎN