Li ser navê weşanxaneyan nivîskar Yusuf Karataş bilêv kir ku dema ku perwerdehiya zimanê dayikê qedexe bû, li hemberî ziman û wêjeya Kurdî de astengî heye berdewamkirina vê pêşbirkê girîng e û pêşbirk di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a li ser esasên demokratîk de ji bo vê têkoşînê dê di warê ziman û Wêjeyê de bibe dengek.
Karataş da zanîn ku îsal dê ji aliyê lijneya hilbijêr a ku ji hunermend û rewşenbîrên ji neteweyên cuda ve ji bo kesekî ku bê diyarkirin “Xelata rûmetê” bê dayîn.

Serlêdanên ji bo beşdariya pêşbirkê dê di navbera 1’ê kanûna 2014’an û 31’ê çileya 2015’an de bê qebûlkirin. Hemû kesên dikarin bi helbestên xwe yên kurmancî beşdarî pêşbirkê bibin. Piştî serlêdan bi dawî bûn lijniya hilbijêr a ji Berken Bereh, Lal Laleş, Ferhat Pîrbal, Beyar Bavî û Necla Akay pêk tê berhemên ku ji bo xelatê bigirin dê bên diyarkirin û di 23’yê gulana 2015’an de jî bi merasîmê bê dayîn.

AMED