Kurdistaniyên li Norweçê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê şahiyan lidarbixin. Li bajarê Osloyê di 28´ê Kanûnê de wê bi slogana "Em Berxwedana Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin" şahiyek were lidarxistin. Hat diyarkirin ku wê hunermend Hozan Dîno, Dilovan Efrînî, Mensûr Evîndar, Nijman Sindî û Peyman tevlî şahiyê bibin.

Komîta piştgiriya Rojavayê Kurdistanê a li Norweçê hemû Kurdistaniyên li Osloyê vexwand vê şahiyê ye û diyar kir ku şahî wê li vê navnîşana Holmia skolen, Nordåsveien 3, 1251 Oslo pêk were.
Herwiha li bajarê Trondheimê jî Komîteya Hevkariya Kurdistaniyan di nava çalakiyên festîvala çandî ya kurd a li Norwêçê şahiyek hevbeş lidarbixe. Şahiya bi mûnasebeta sersala nû herwiha wê ji bo piştgiriya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê were lidarxistin.
Şahiya li bajarê Trondheimê wê 26'ê Kanûnê Çarêemê seat 16.00'an de pêk were û Hozan Kawa, Dijwar Silêvanî, Şêrko Merêwanî û Hozan Dîno beşdar bibin. 

ANF/OSLO