Ji bo pûsûlayan baldar bin!
Li paytexta Fransayê Parîsê, hilbijêrê bi navê Emrah Aslan li konsolosxaneya Tirk dema çû dengê xwe bi kar bîne, bi rewşeke kesa nedî re rûbirû bû: li ser sindoqê rahişt pûsûlayên deng ên ku wezîfedarê sindoqê danê, lê dema berê xwe da pûsûlayan dît ku ji berê ve li bin AKP´ê mohra erê hatiye xistin. Hilbijêr ê ku di kabîna dengdanê de bi vê yekê hisiya tavilê çû cem rayedaran û li ber rewşê rabû û îtîraz kir.
Piştî lêkolîna hat kirin, Emrah Aslan rahişt pûsûlayeke nû.
Fen û fûtên AKP´ê naqedin
Dema ku serokê sindoqê û wezîfedarên sindoqê lêkolîna xwe dikir, Emrah Aslan di ser Facebookê re weşana zindî kir û got, “Ji bo ku dengê xwe bidim hatim konsolos. Bi pûsûlaya dengan a rayedaran dayî min ez ketim kabînê. Pûsûla devgirtî dabûn min. Li ser ya serokkomariyê tiştek nebû, lê li ser hilbijartina parlamenteriyê mohr li bin AKP´ê hebû. Min got ev qet nabe. Wan ji min re got, belkî te bêhemd mohr lê daye. Ez têkoşîneke heq dikim li vir. Ez hewl didim bibêjim, heta niha min di ti hilbijartinan de dengê xwe nedaye AKP´ê yan jî partiyeke mîna wê û ez ê nedim jî. Rayedarên partiyan dixwazin tiştekî bikin lê ez nizanim ev çi ye.”
Ev rewş yekem car e li raya giştî eşkere bû, lê nîşan dide ku divê hilbijêr di mijara pûsûlayên dengan de gelekî dîqet bikin. Di rewşên bi vî rengî de hilbijêr divê tavilê ji kabînê derkeve û îtîraz bike. PARÎS