Piştî ku nûçeya agir bi daristana Îmraliyê ketiye, Kurdistanî daketine qadan û doh jî li Rojava, Şengal û Başûrê Kurdistanê kurdistanî li qadan bûn.

Şêniyên Qamişlo piştî agahiya şewata li Îmraliyê, ji pêr ve li pêşiya avahiya Komseriya Kar û Barên Penberan NY’yê çalakiya xwe dewam dikin.

Konê protestokirinê bi wêneyên rêber Abdulah Ocalan hatiye xemilandin. Endama PYD`ê Necah Gilo di çalakiyê de axivî û soza dewamkirina çalakiyan da.

Wekî din, doh li tevahî bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûrî xwepêşandan pêk hatin.

Li Şengal û Başûr xelk daket meydanan

   

Xelkê Şengalê jî daket qadan û meşek girseyî li dar xist. Şengaliyan diyar kir ku ew dixwazin tavilê agahî ji Rêber Ocalan bigirin.

Li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi sedan welatiyên Şengalê doh ji bo ku agahî ji Rêber Apo were girtin meşek li dar xistin. Meş li bajaroka Sinûnê pêk hat û nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê jî beşdarî meşê bûn.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Xoxê Cindî axivî û got; “Gelek hêz li derdora me hebûn lê kesek li me xwedî derneket ji bilî Rêber Apo.

Ciwanên Başûr bi dirûşma, ‘Wê agirê Îmraliyê we jî bişewitîne’ dadiketin qadan.

Doh li Silêmanî, Seyîdsadiq, Kelar, Kerkûkî bi pêşengiya ciwanan meş hatin kirin. Li Hewlêrê jî meşeke girseyî hebû. 

 

 NAVENDANÛÇEYAN