
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 13 welatan 70 kes ji Luksembûrgê heta Strasboûrgê wê bimeşin. Ev meşa dirêj wê 1’ê Sibatê dest pê bike û heta 11’ê Sibatê bidome. Ev meşa dirêj bi dirûşma “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” tê lidarxistin û bi giştî 10 rojan wê dewam bike.
Ji 13 welatan, wê 70 kes tevlî vê meşê bibin. Hunermend Sarah Mauriaucourt ji Fransayê, doktor Danîel Maraz ji Arjantînê, dîroknas Joaquin Martinez ji Spanyayê, Nûnerê Platforma Azadî ya Rojava Roc Peris ji Katalonyayê, aktîvîst Susana Isabel û Macedo Gomes ji Portekîzê û Julia Iglesias a ji Komeleya Piştgiriya Kurd-Bask a Newrozê ji Spanyayê, wê di nava meşvanan de amade bin. Tevî dostên Kurdan wê nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewrûpayê jî beşdarî meşê bibin.
Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ûzûn li ser meşê got, “Di dîroka siyasî ya Kurdan de cara yekemîn e ku tiştekî bi vî rengî dibe. Ji her devera cîhanê mirov wê ji bo Rêber Apo bimeşin.”
PS ya Franseyê piştgir e
Ûzûn diyar kir ku amadekariyên meşê qediyane û got, “Meşvanên ji gelek welatên cihanê, gihîştine Bruksel, Elmanya û Strasbourgê. Ev meş wê bibe mesajeke navneteweyî. Wê mesajekê bide Konseya Ewrûpayê, CPT û welatên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) bê çima li gorî pîvanên xwe tevnagerin û çima li ber tecrîdê ranabin. Di heman demê de li dijî nêzîkatiyên dij bi hiqûqê yên dewleta Tirk jî bibe mesajek. Di dema meşê de wê bi gelek saziyên civakî yên sivîl, bi taybetî bi şaredariyan re hevdîtin werin kirin. Ji xwe Partiya Sosyalîst a li Fransayê desthilatdar e, da xuyakirin ku ew piştgiriyê dide meşê. Şaredariya Metzê jî wê di 3’ê Sibatê de tevî meşvanan, li ser Rojava û armanca meşê konferansekê li dar bixe.”
ANF / BRUKSEL