Kêliya ku nûçeya me dihat amadekirin, Serokê PDK´ê Mesûd Barzanî li Selehadînê li ser referandûmnê dipeyivî û behsa dîroka têkiliyên Herêma Başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê dikir, ji bo ku bivênevêbûna referandûmê rave bike. Heyf û mixabin xuya dikir ku beriya pêk hatina referandûmê jî hîna gelek senaryoyên muhtemel dihatin minaqeşekirin. Bi her halî Barzanî bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir da ku îro biçe ser sindoqan.

Di Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF´ê Ersîn Çaksû behsa senaryoyên hîna jî li ser referandûmê heyî kir. Li gorî wî bajarê kilît ê referandûmê jî Kerkûk e û hê jî pirsa wê ‘çi bibe?’ mirov mijûl dike. 


Pêkhatina referandûmê ya bi giştî

Li gorî senaryoya pêşî referandûm li Başûrê Kurdistanê Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Helepçe (li gorî yasayên Başûrê Kurdistanê di statûya bajêr de ye, lê li gorî yasayên Iraqê hê jî navçe ne) û bajarên Kerkûkê, li navçeyên wê bê kêmasî bête kirin.

Lê ev dever li gorî destûra Iraqê ya 2005’an ‘herêmên ne zelalbûyî’ ne. 

Her wiha Şengal, Celawla, Xaneqîn, Kelar, Dakûk, Xurmatû û gelek deverên din jî di nav çarçoweya vê yasayê de ne. Lê niha bêhtir bal çûye ser Kerkûkê.

Heger ev senaryo bi ser keve, niha li van deveran hemûyan ji bo referandûmê deng tê bikaranîn. 


Referandûma bi nîvî

Senaryoya din jî ew e ku referandûm li ‘herêmên ne zelal’ pêk neyê û tenê li deverên di kontrola PDK û YNK’ê de ne, li Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Helepçe were kirin.

Ev senaryoya ku jê re ‘referandûma nîvî’ tê gotin wê bike ku tansiyona di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û dewletên herêmê de kêm bibe, lê ji bo Kerkûkê û herêmên ne zelal tawîzên ku êdî veger ji wan nebe bi xwe re bîne.


Betalbûna referandûmê

Ev senaryo êdî ya herî kêm muhtemel e, jixwe Barzanî di daxuyanî dawî de jî da zanîn ku referandûm wê bi rê ve biçe.

Li gorî vê senaryoyê, Tirkiye, Îran û Iraq dibêjin, teqez divê referandûm betal bibe. Bi ser de Tirkiyê got, ‘vê taloq nekin betal bikin’, hikûmeta Iraqê dibêje, ‘ne niha û ne jî ti demê’. Îranê jî bi rengekî vekirî gef xwarin û behsa senaryoyên felaketê kir.

Bi Seroktiya Nûnerê Taybet ê Têkoşîna Dijî DAIŞ’ê yê DYE’yê Brett MecGurk, Neteweyên Yekbûyî (NY), Ingilistan û Fransayê 13’ê Îlonê li Duhokê seriyek dane Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û ‘planeke alternatîf’ danê.

Li ser vê planê rayedarên PDK’ê gotin ku ‘plana alternatîf mîsogeriyeke navdewletî nade’ û heke mîsogeriyeke navdewletî bidin, ew dikarin referandûmê betal bikin.

Li hêla YNK’ê jî Mele Bextiyar, Sedî Ehmed Pîr, Kosret Resûl Elî gotin, ew bi vê plana alternatîf dikarin referandûmê betal bikin.