Kurdistaniyên li Almanyayê jiyan dikin ji bo protesto kirina êrîş û komkujiyên komên çete ên girêdayî El Qaîde li ser gelê Rojavayê Kurdsitanê dimeşînin, çalakiyên xwe didomînin. Federasyona Komeleyên Kurd ên Almanyayê balkişande ser ku, gelê Kurd ê li Rojava ew jî dixwaze weke gelên din li welatê xwe azad û wekhev bijî û ragihand ku ew dê ji komkujiyan re bêdeng nemîne.

YEK-KOM’a ku da diyarkirin ku, gelê Rojava rastî êrîşên çeteyên weke El Nusra-El Qaîde, bêy ku bêjin, ev jine, zaroke û kale sivîlan qetil dike û ev bang kir: “Hêzên ku êrîş dikin ser deskeftiyên Kurdan û piştgiriyê didin êrîşkaran, hewil didin destkeftiyên kurdan tune bikin û wekheviya di navbera gel û olan de, biratiya tê avakirin asteng bikin. Di serî de em bang li gelê Kurd, hemû derdorên aştî, demokrasî, wekhevî û biratiyê diparêzin, tevlî meş û mitîgên me ên şoreşgerî û demokratîk bibin. Êrîşa li ser Rojava, êrîşa li ser hemû Kurd û destkeftiyên wê ne.”

Bernameya çalakiyan

YEK-KOM’ê programa meş û mitîngên ku îro û dawiya heftiyê bêne li darxistin wiha aşkera kir:
GÎESSEN: 10’ê Tebaxê roja Şemiyê meş û mitîng pêktê. Meş dê di demjimêr 17:00’an û li qada Kirchenplatz destpê bike.
BERLÎN: 10’ê Tebaxê meş û mitîng pêktê. Meş dê di demjimêr 18:00’an de li qada Hermannplatz destpê bike.
BREMEN: 10’ê Tebaxê roja Şemiyê Kurdsitanî û dostên wan ên li Oldenburg û Lohnê jiyan dikin dê tevlî meş û mitîngê bibin. Meş dê di demjimêr 15:30’an de li navend gara trenê (Hauptbahnhof) destpê bike.
KASSEL: 10’ê Tebaxê roja Şemiyê meş û mitîng pêktê. Meş dê di demjimêr 16:30’an de li qada Hollandischer platz li ber postexaneya mezin destpê bike.
FREÎBURG: 10’ê Tebaxê roja Şemiyê meş û mitîng pêktê. Meş dê di demjimêr 18:00’an de li Alte Synagog Platz destpê bike.
MUNCHEN: 10’ê Tebaxê roja Şemiyê mitîng pêktê. Mitîng di demjimêr 17:00’an de li qada Karlsplatz (stachus) destpê dike.
KOLN: 10’ê Tebaxê roja Şemiyê mitîngek ya Kuridistanî û dostên wan ên li Dure, Leverkusen û Aachenê jiyan dikin dê pêkbê. Mitîng dê di demjimêr 16:00’an de li ber Dêra Dom destpê bike.
MAGDEBURG: 10’ê Tebaxê roja Şemiyê meş û mitîng pêktê. Mitîng di demjimêr 18:00’an de li ber Alte Hautbahnhofê destpê dike.
NURNBERG: 10’ê Tebaxê roja Şemiyê li qada Mahnwache standa agahdarî kirinê dê vebe.
KÎEL: 11’ê Tebaxê roja Yekşemê dê mitîng pêkbê. Mitîng dê di demjimêr 15:00’an de li qada Garden Winettaplatz destpê bike.

BERLÎN