Daxuyanî ji aliyê Hevseroka PÇDK'ê Necîbe Omer û endamê Desteya Rêveber Mam Hejar ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de ji hikûmeta herêmê hat xwestin ku deriyê sînor ê Sêmalka bê şert û merc li Rojavayê Kurdistanê veke û ji hikûmetê hat xwestin ku li gorî berjewendiyên neteweyî tevbigere.
Di daxuyaniyê de bang li PDK'ê jî hat kirin ku dest ji helwestên parçekirina Rojava berde û hat gotin; "Divê hikûmeta herêmê tedbîrên pêwîst bigire ku ciwanên Kurd ên li Başûr neyê xapandin û li Rojava li dijî xwişk û birayên xwe şer nekin. Pêwîste rê nedin tevnên çeteyan ku li Başûrê Kurdistanê bixebitin."
Li dû daxuyaniyê, girseya gel ber bi Parlamenta Herêma Kurdistana Federal dest bi meşê kir.
HEWLÊR