Nûnerê Partiya Yekitiya Sûriyeyê yê Ewropayê Seîd Mele diyar kir ku li Rojava li hemberî kurdan komkujiyek pêk tê û armanca wan ev e ku kurdan ji Rojava derxînin. Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Zuhat Kobanî diyar kir ku divê hemû kurd di vê pêvajoyê de cem kurdên Rojava bin û wiha got: “Stratejiya heta niha li Rojava pêk hat rast bû. Me bajarên xwe yên Rojava parastin. Me di tîrmeha 2012’an pêvajoyek nû da destpêkirin û me Rojava azad kir. Ji wê û şûnde Sûriyeyê û Rojhilata Navîn cuda li me mêze kir. Cîhanê cara yekemîn kurdên Sûriyeyê wek hêzekê dîtin. Kurd ji faktor û çavdêriyê derketin û ji bo gelên Rojhilata Navîn bû model.”
Zuhat Kobanî anî zimanku ji bo parastina Rojava divê her kes seferberbe û xwedî li pêşeroj û nasnameya xwe derkevin û got: “Niha gelê Rojava ji bo xwe bi xwe rêve bibin dê di nava 6 mehan de biçin hilbijartinan û ji bo ev pêk bê divê partî û rêxistin bibin yek. “
Ji Konseya Kurd a Sûriyeyê ya Swêdê Ruken Musto da zanîn ku li Rojava li hemberî kurdan komkujî pêk tê û li dijî vê divê hemû partiyên siyasî berjwendiyên xwe li aliyekê bihêlin û bixebitin. Musto got divê êdî liser axa Kurdistanê şerê biratiyê çênebe û got ew ji ber berxwedana gerîlayan gelek kêfxweş û ser bilinde. Dr Ubey Ahmed jî li ser navê Partiya Demokrat a Pêşdeçûyî ya Suriyeyê (PPDIC) axaftinek kir û got: “El Qaîde ji bo kurdan ji ser axa wan derbixe, bi plan êrîşê Rojava dike.”
Berpirsê partiya Goran Saman Alî axivî û got: “Ya girîng ne ev e ku ne ku kurd kurdî an soranî biaxivin. Ya girîng eve ku berjewendiyên netewa kurd e. Rêxistinên terorê yên girêdayê El Qaîdeyê kurdan dikuje, kurdên Başûr deriyê sînor digirin. Ev şerma herî mezin e. Divê derî demildest vebin.” Li ser navê PJAK’ê Josef Soltan axivî û got gelê Rojava li dijîma Esad û çeteyên El Qaîdeyê têkoşînek mezin didin û got divê hemû kurd tevli vê berxwedanê bibin. Li ser navê Yekitiya Welatparêzin Kurdistanê (KYB) Dilgir Rifat axivî û got: “Em ji ber êrîşên li ser Rojava gelek xemgînin. Em ji bo Rojava di nava her cureyê hewldanê de ne.”
Nivîskar Kurdo Baksî jî da zanîn ku ji bo rojava divê navendeke înformasyonê bê avakirin.
STOCKHOLM