Ji rêveberê Mala Kurda Adil Cotkar ji kesên ku beşdarî civînê re bûye axaftinek kir. Di destpêka axaftina xwe de da diyarkirin ku ew wek gelê Kurd ê li Moskowayê dijîn, heya dawî piştgiriyê din şoreşa Rojavayê Kurdistanê û got: “gelê me yê Rojavayê Kurdistanê di dîroka Kurdistanê de ji bo azadiya Kurdistanê li her çar perçeyên Kurdistanê beşdarî tekoşînê bûye. Îro derfetên azadiya Rojavayê Kurdistanê derketine holê. Gel û rêxistinên Kurd bi îradeyek mezin ji bo axa xwe biparêzin têdikoşin. Lê mixabin dîsa neyarê gelê Kurd ji bo Kurd nebin xwedî maf û xwedî îrade li rojava di nav lîstikên kirêt dene. Lê êdî Kurd ne Kurdê berê ye û ne nezane. Gelê Kurd îro dizane çi diparêze û çi dixwaze. Ji ber vê yekê li Rojavayê Kurdistanê wendakirina Kurda ne gengaze.”
Beşdariya Cenevreyê girîng e
Di berdewamiya axafitna xwe de Cotkar diyar kir ku Konferansa Cenevre-2 ji bo Kurdan pir bi wate ye û got: “di vê mehê de tê payîn ku Konferansa Cenevre-2 çê bibe. Ger aliyê Kurd bi serbixwe beşdarî vê konferansê bibe ev yek tê wateya li heremê qebûlkirina îradeya Kurd. Ji ber vê yekê çi dibe bila bibe pêwîste aliyê Kurd bi awayekî serbixwe û azad di vê konferansê de temsîla xwe bikin.”
Helwesta PDK’ê zirarê dide
Di dirêjiya axaftina xwe de Cotkar helwesta PDK ya li hember hevserokê PYD Salih Muslim jî nirxand û got: “PDK’ê ne ji ber xwe deriyê sînor li hevserokê PYD’ê birêz Salih Muslim girtiye. Ev yek helwesta PDK’ê ya li hember Kurdên Rojava jî radixe ber çava. Di demek wiha girîng û bi wate de ku yekîtiya Kurdan tê nîqaşkirin, helwestek bi vî rengî ji hêla gel ve nayê pejirandin. Helwestên bi vî rengî li pêşiya yekîtiya Kurdan astengiyên mezin ava dikin û yekîtiya heyî jî têk dibin.”
Îran agirbestê dixe xetere
Cotkar di nirxandinê xwe de darvekirina du siyasetmedarên Kurd ji hêla dewleta Îslamî ya Îranê ve nirxand û got: “di navbera dewleta Îranê û PJAK’ê agirbest hatibû îlankirin. Lê dewleta Îranê bi darvekirina du siyasetmedarê Kurd re ev agirbest xistiye xeteriyê. Em bi her awayî dîjî darvekirina mirovane û vê yekê qebûl nakin. Vê nêzîkatiya dewleta Îranê jî bi tûndî şermezar dikin”
Piştî axaftina Cotkar Serokê Parastina Mafê Kurdan a Bajarê Moskowa ya Mezopotamya Refîqê Kamil jî axaftinek kir û got: “em wek Kurdên li Rûsyayê dijîn, pêwîste piştgirî bidin gelê Rojavayê Kurdistanê. Ev erka me ya neteweyî ye.”
Civîn heya derengê şevê bi nirxandin û şîroveyên Kurdistaniya berdewam kir.
MOSKOWA