Ji ber girtina sînorên Rojavayê Kurdistanê, ambargoya li ser gelê Rojava berdewam dike. Kurdên li Ewropayê dijîn jî ji bo Rojava dest bi kampanyaya alîkariyê kirin. Li Almanyayê, Kurdên li bajarên Dortmund, Hagen û derdora wê dijîn ji bo kurdên Rojava kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin.

Komîteyan bal kişandin zor û zexmetiyên ku gelê Rojava dikişîne û ji bo hestyariyê ev bang kirin: “Ji bo em nîşan bidin ku gelê me yê ku li hemberî ambargo û li ber xwe didin ne bi tenê ne û ji bo pêwîstiyên wan ên jiyanî bi cîh bînin me dest bi vê kampanyayê kir.  Em di serî de gelê Kurd bang li her kesî dikin ku li gorî derfetên xwe alîkariyê bidin gelê me yê Rojavayê Kurdistanê.” Komîteyan da zanîn ku ew ê xêr û alîkariyan bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bigihînin gelê Rojavayê Kurdistanê. 

ANF/DORTMUND