Xelîl Xemgîn, Hekîm Sefqan, Hozan Şemdîn, Bengî Agirî û Peywan Arjîn, piştî demeke dirêj, ev hunermend vê gavê li rojavayê Kurdistanê ne.
Hurmendên Kurd ji bo destekê bidin şoreşa azadiyê, wê li gelek bajaran konserên şoreşê li dar bixin. Konser wê bi slogana "Stranên ne dengvedana şoreşa me ne" werin lidarxistin..
Li ser navê hunermendan Xelîl Xemgîn daxuyaniyek da û weha got: "Armanca me ji van konseran ew e ku em piştgiriya xwe ya bi şoreşa azadiyê li Sûriye û rojavayê Kurdistanê destnîşan bikin."
Desteya Bilind a Kurd jî bang li gelê rojavayê Kurdistanê kir da ku piştgiriyê bidin hewldanên hunermendan. Li gorî bernameya ji aliyê hunermendan ve hatiye amadekirin, dever û dîroka konser li wan were lidarxistin wiha ye:
Bernameya konseran
Bernameya ku dê hunermendên Kurd ên ji rojavayê Kurdistanê derkevin ser dikê roja şemiyê ango îro li Amûd û Dirbêsiyê, roja yekşemê ango 19'ê tebaxê bi tevlibûna gelê Hesekê û Til Temir konser dê li bajarê Serêkaniyê were lidarxistin. Roja duşemê yanî 20'ê tebaxê li Kobanê, roja sêşemê 21'ê tebaxê li Efrînê û roja çarşemê 22'yê tebaxê dê konser li Dêrikê were lidarxistin.
ANF/QAMIŞLO