Riseup4Rojava bang kir li dijî THY’yê çalakiya blokajê were kirin. Rîseup4Rojava got, ‘’Li ber gîşeyên Rêyên Hewayî yên Tirk, Pegaûs û SunExpressê wê çalakiyên blokajê werin kirin. Her kes ji bo ku şer bide sekinandin wê çalakiyeke şexsî bike.’’
Ev seferberî piştî dorpêça li ser Rêyên Hewayî yên Tirk ên li Barselona, Kopengah, Berlîn, Londra û Baselê didome. Van çalakiyan nîşan da xwepêşandêr wê tenê protesto nekin, ew ê her wiha gîşeyan bloke bikin kirin û wisa dikarin seferan jî bidin betalkirin.
Rêyên Hewayî yên Tirk û endûstriya turîzmê lingên girîng ên aboriya dewleta Tirk in.
Heke gîşeyên li cîhanê hemû bên astengkirin, zext wê li ser rejîma Tirk were kirin, ziyan bigihe îndûstriya turîzmê û wê were dîtin ku mirovên li cîhanê hemû li pişt şoreşa Rojava ne, ev ê were nîşandan.’’
NAVENDA NÛÇEYAN