Şeva 9´ê Tîrmehê navê meydana Hein-Köllisch-Platz li Hamburg-St. Pauli guherandin, kirin Jakob/Şiyar-Platz û afîşên Şiyar bi dîwaran ve daliqandin. Bes guherandina navê meydanê sembolîk bû. Îro jî Hamburgê TATORT Kurdistan Café saet heftê êvarê hevalên wî wê bi bîr bînin.

   

Şiyar Gabar (Jakob Riemer) Elman bû û tevlî refên PKK´ bûbû. Par 9´ê Tîrmehê di êrîşên hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. n HAMBURG