Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Makû, têkildarî hevdîtinên bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê diyar kir ku ew dixwazin bi hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê re werin cem hev û eniyeke demokratîk ava bikin. Her wiha Makû anî ziman ku ji bo vê xebatên wan didomin û diyar kir ku wan biryara avakirina eniya demokratîk a di navbera partiyan de di Kongra 5. a PJAK’ê de standine û got: “Di nav çarçoweya wê biryarê de ku me li kongreyê standibû, em bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê re rûniştin. Di van rûniştinên xwe de em li ser geşedanên Rojhilatê Kurdistanê, polîtîkaya ku Kurd divê bikin,  axivîn.”

Em dixwazin eniya gel ava bikin

Maku diyar kir ku li Rojhilata Navîn hevsengên nû yên siyasî û cografîk çêbûne, Kurd tenê ku yekîtiya xwe pêk bînin dikarin bibin xwedî gotin û bi berdewamî got: “Ev pêvajoya ku em tê re diçin, bê şik û guman girîng e. Li herêmê hevsengên nû têne edilandin. Ev hevseng hem ji hêla siyasî ve û hem jî ji hêla sînorên cografîk ve têne edilandin. Em weke gelê Rojhilatê Kurdistanê dixwazin di vê pêvajoyê hebin. Ji bo vê jî siyaseteke hevpar hewce ye. Ku em wiha bikin hem li Îranê, hem li herêmê em ê bikaribin bi projeyeke xurt a demokratîk bikin vîna çareseriyê. Ev her wiha hewce ye jî. Helbet ev berpirsyarî dikeve ser milê partyiyan. Em jî weke PJAK’ê dixwazin eniya gel ava bikin ku hemû parti di nav de hebin. Em hêza muxalefetê ya sereke ne li Îranê. Bi partiyên weke Komal, Demokrat û partiyên din re ji bo ku em yekîtiyekê çêbikin me pêngaveke wiha da destpêkirin.” Makû da xuyakirin, ku hevdîtinên wan ên bi partiyên siyasî re erênî derbas bûne û eger encam ji van hevdîtinan derkeve, ew ê komîsyoneke hevpar ava bikin û wiha pê de çû: “Bi dîtina min, hevdîtinên me yên destpêkê ji vî alî ve baş derbas bûn. Alî vekirî û ji dil bûn. Em hewl didin komîsyoneke hevpar ava bikin û hemû cihêrengiyan di nava bereyekê de li hev bicivînin. Ev komîsyon wê mîna koordînasyonekê di navbera partiyên cuda de tevbigere. Dema pirsgirêkek derket, wê bi rengekî bêalî dest lê werde. Her wiha dema ev partî li hev civiyan, wê girseyên gel jî hêza xwe bikin yek û sekneke xurt wê derkeve holê.”


 ANF / SILÊMANÎ