
Helbestkar û nivîskara Kurd Yildiz Çakar a îsal romana wê ya “Gerîneka Guernîcayê” çap bûyî, diyar kir ku romana wê ya duyemîn jî di Gulana 2017’an de wê bê çapkirin û ji bo wêjeya Kurdî got: “Li gel hemû polîtîkayên bişavtinê jî roja îro vegera li xwemaliyê heye.”
Wêje û zimanê Kurdî li gel hemû polîtîkayên bişavtinê jî bi pêş dikeve û vedigere xwemaliya xwe. Wêjeya Kurdî bi salan ji ber ku rastî polîtîkayên bişavtinê hat, di meydana wêjeyî de çavkaniyên wê kêm bûn. Niha ev wêje bi saya nivîskarên wê bi pêş dikeve û ber bi xwemaliya xwe ve diçe. Helbestkar û nivîskara Kurd Yildiz Çakar a ku bi helbesta Tirkî dest bi nivîskariyê kiribû û herî dawî jî romana xwe ya bi Kurdî “Gerîneka Guernîcayê” derxist, anî ziman ku, nivîskar neynika civaka xwe ne û divê nivîskarên Kurd şoreş û berxwedana civaka xwe bikin mijara roman û helbestên xwe.
‘Di jiyana min de her helbest hebû’ Çakar diyar kir ku nasîna wê û helbestê di temenekî biçûk de çêbûye û wiha peyivî: “Dema ez biçûk bûm diya min helbest dinivîsandin û ji ber vê nasîna min û helbestê di temenekî biçûk de çêbû. Heta ku pirtûka min a helbestê derket, a rastî di hemû jiyana min de helbest hebû.”
Ji 1998’an ve dixwest romanê binivîse
Her wiha Çakar destnîşan kir ku wê di salên 1998’yî de xwestiye romanekê binivîse lê belê wek pêşnûma maye û anî ziman ku wê her tim ji xwe pirsiye ka çima nivîskarên Kurd ên jin kêm in û ji ber vê wê biryar daye romanê binivîse. Çakar anî ziman ku wê ewil bi Tirkî dest bi nivîsandinê kiriye û dawiyê ew vegeriyaye ser xwemaliya xwe û wiha axivî: “Dema me ferq kir em Kurd in, xeyal û zimanê me Kurdî ye, em li zimanê xwe vegeriyan. Ez dema hêrs dibim, qethiyen nikarim bi Tirkî hêrs bibim. Dema ez pirr xemgîn bibim, ez nikarim xwe bi Tirkî îfade bikim. Ziman û wêjeya Kurdî, bi salan di bin axê de ma. Zevtkirina xwemaliya wê nerihet e, lê êdî vegera ji vê tineye, Wêjeya Kurdî êdî xweliya li ser xwe hêdî hêdî radike.”
Romana duyemîn di Gulana 2017’an de wê bê çapkirin
Çakar ji bo rormannûsiya xwe dibêje: “Ji bo nivîsandina romanê ez xwe mecbûr hîs dikim” û diyar dike ku heta niha du roman nivîsandine, ji van “Gerîneka Gurnîcayê” hatiye çapkirin û ya din wek pêşnûma ye û dê di Gulana 2017’an de bê çapkirin.
Bibin neynika gelê xwe
Çakar diyar kir ku, mijara romana wê ya nû bi taybetî der barê jinên di berxwedana Kobaniyê de cih girtî, jinên winda yên Êzîdî û zarokên tî yên li ser keviran mirî ye. Çakar destnîşan kir ku, ew wek jineke nivîskar mecbûr e dîroka gelê xwe binivîse û wiha axivî: “Em şahidên zindî yên vê dîrokê ne. Heke em nenivîsin kî wê binivîse?” Çakar anî ziman ku li Tirkiyeyê bi taybetî di romanên nivîsandî de bi awayekî, tam jina Kurd û çanda gelê Kurd nehatiye vegotin û wiha axivî: “Divê jinên Kurd, bi pênûsa xwe çîroka gelên xwe binivîsin, bibin neynika gelê xwe.”
‘Bîreke mezin veguhastiye roja îro’
Çakar diyar kir ku dema ew li wêjeya Kurdî dinihêrin, ji çîrokên dengbêjiyê heta çîrokên tên vegotin dibînin ku, jina Kurd bi sala ye bîreke mezin veguhastiye roja îro. Çakar wiha domand: “Heke hûn bipirsin, em vana ji ku dizanin, em ji kilaman dizanin. Dema hûn li kilaman dinihêrin, ziman, hêvî, xeyal, xwestek, deng û rengê jinê heye.”
Îro vegera li xwemaliyê heye
Her wiha Çakar dibêje, bi polîtîkayên bişavtinê pêşî hewl dane zimanê jinê bidin jibîrkirin, lê ev polîtîka bi temamî bi ser neketiye û tîne ziman ku li gel hemû polîtîkayên bişavtinê jî roja îro vegera li xwemaliyê heye. Çakar dest nîşan kir ku, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê her diçe bêhtir nivîskarên Kurd ên jin zêde dibin û got, şoreşa wêjeya Kurdî jî bi pêşengiya jinê bi pêş dikeve.
MÊRSÎN