Piştî ku xwendekarên Efrînên di dirêjahiya 4 meh û nînvan de li ser materyalên nû  ku heta refa 3’emîn bi zimanê Kurdî hatine amadekirin perwerde dîtin, di saetên serê sibehê de bi sedan xwendekarên Kantona Efrînê ji bo ku beşdarî ezmûnên demsala yekemîn bibin, berê xwe dan dibistanan.

Desteya Fêrkirin û Perwerdeyê a Kantona Efrînê ezmûnan birêve dibe û ev cara yekemîne ku xwendekarên hersê refê destpêkê, ezmûnên nîva salê li ser materyalên nû yên bi zimanê Kurdî, dikin. Ezmûn wê hefteyekê dom bikin.

EFRÎN