Hevseroka HDP’ê ya Giştî Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn jî di navê de, heyetê qerenfîl danîn ser gorên kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Piştî rêzgirtina li ser gora Cansiz, heyetê serdana gorên Cansiz û gerîlayên HPG/PKKê, Partîzan û şervanên YPG/YPJ’ê kir û qerenfîl danîn ser gorên wan. Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn piştî serdana goran axivî  û sersaxî ji malbata kesên ku li gundê Zergelê yê Qendîlê jiyana xwe ji dest dayî re xwest û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest.


Nîşana berxedanê bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak jî got, dawiya kujer û zaliman tine ye. Kişanak diyar kir ku îro her kes navê Esat Oktay ê dixwest li zîndana Amedê saltanatiyê bimeşîne bi lanet bibîr tîne. Lê navê Cansiz îro ji aliyê milyonan ve weke nîşana azadiyê tê bîranîn. Kişanak got, “Hevrêya me Sakîne ji bo me nîşana berxwedanê bû.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag da zanîn ku Cansiz, sembola jinên li ber xwe dide û her ku li ber xwe dide azad dibe, ye. Yuksekdag wiha dewam kir, “Cewhera me di kesayeta me û hemû nirxên me de ye. Ew cewher ew qasî saxlem e ku li çiyayan û deştan di her warê jiyana me de canên me yek û yek ji me distînin, em jî hezar hezar tên dinyayê.”

Piştî axaftinan hunermend Mîkaîl Aslan û Hozan Serdar kilamên xwe yên ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez gotin, şîrînahî hat belavkirin. Piştî bîranîna li goristanê li Qada Seyîd Riza pêşangeha wêneyên Cansiz û sînevîzyona Cansiz vedibêje hat pêşandan.


ANF/DÊRSIM