Girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nesîm ê di encama darizandina ne adîl û lêpirsîna di bin îşkenceyê de bi cezayê darvekirinê hat mehkûmkirin, ji ber sûcên ku tê îdîakirin di 17 saliya xwe de kiriye, dibe ku îro bê darvekirin.

Malbata Nesîm çend roj berê dabû xuyakirin ku ji wan re hatiye gotin, dibe ku Nesîm 19'ê Sibatê bê darvekirin. Kurdistanî û dostên wan ji bo Nesîm neyê darvekirin, li gelek welatên cîhanê xwepêşandan lidar xistin. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî banga "Darvekirinê rawestîne” li Raportorê Taybet ê Kuştinên Kêfî yan jî Darizandin, Derveyî Hiqûqê yê Neteweyên Yekbûyî Christof Heyns û Raportorê Mafên Mirovan ên li Îranê yê NY’î Ahmed Shaheed li bajarê Swîsre Cenevreyê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di civînê de bal kişandin ser rewşa Nesîm û diyar kirin ku girtiyên ne reşît bi ti awayî nikarin bên darvekirin.

Rayedarên NY’î dan xuyakirin ku sala 2014'an li Îranê zêdeyî 700 girtî bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin, ji van 14 jê jin, 13 jê ciwan in û bibîr xistin ku di Çileya borî de 60 kes hatine îdamkirin.


Ji Almanyayê nerazîbûn

 Berpirsyarê Mafên Mirovan a Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Christoph Strasser duh daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û gumana xwe ya ji ber xeteriya darvekirinê ya li ser Saman Nesîm anîbû ziman. Strasser dabû diyar kirin ku dema Nesîm hat sûcdarkirin, reşît nebû û gotibû: "Pêwîste rayedarên Îranî înfazê rawestînin û ji bo Nesîm pêvajoyeke adîl a darizandinê bidin destpêkirin."

Parlamenterê Partiya Çep a Almanya Olla Pelpke nameyek ji balyozê Îranê yê li Almanya re şand û daxwaz ji Îranê kir ku cezayê Saman Nesîm hilweşîne.

Di wê nameyê de wiha tê gotin: “Ez bang li dezgehên berpirsyar ên Îranê dikim ku cezayê darvekirinê yê Saman Nesîm rawestînin. Bi dîtina min li her welatekî ku cezayê darvekirinê were cîbicîkirin, ev yek li dijî prensîbên mafê mirovane. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan timî diyalog rêya herî başe.”


Kurdên li Japonyayê Îran protesto kirin

Li paytexta Japonya Tokyoyê, biryara Îranê ya darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Saman Nasîm ku bi endamtiya PJAK'ê sûcdar dike, hat protestokirin.

Li ber Sefaretxaneya Îranê tevî ku rayedaran destûr neda jî çalakiya protestoyî pêk hat.  

Li aliyê din zextên rejîma Îranê yên li ser Kurdan berdewam in. Hêzên ewlekariyê yên Komara Îslamî ya Îranê di serdegirtina malan a li Tehran û Esfehanê de 17 kes binçav kir. 


 NAVENDA NÛÇEYAN