Mihrîcana Şanoya Kurdî a duyemîn li bajarê Qamişlo ya Rojava pêr dest pê kir. Ji bajarên Kantona Cizîrê 15 komên şanoyê beşdarî mihrîcanê dibin. Mihrîcan wê di 3`ê Nîsanê de bi dawî bibe.

27 Mijdarê Roja Şanoyê ya Cîhanê li Rojava bi mihrîcana şanoyê hat pêşwazîkirin. 2. Mihrîcana Şanoya Kurdî ku ji aliyê TEV-ÇAND`ê ve tê lidarxistin, li salona Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo dest pê kir. Festîval bi şîara ‘’Li Ser Dika Şano Jiyaneke Azad Ava Dibe’’ hat lidarxistin. Mihrîcan ji bo bîranîna şanogerê Kurd Erdogan Kahraman (Yekta Herekol) ku di 27`ê Adara 2004`an de li Helebê bedena xwe dabû ber agir, pêk hat û bi merasîma vekirinê dest pê kir. Ji Mihrîcanê re eleqeyeke pir mezin hebû û ji ber salon tijê bû gelek kes şipiya bername temaşe kirin.

Ji bo mihrîcanê lejneyeke jurî a ji 5 kesan hatiye amadekirin. Piştî her lîstokê wê guftugo çêbibin û di dawiya mihrîcanê de derhenerê herî baş, lîstik û nivîskarê senaryoyê yê herî baş, ronahî û kostum û muzîk wê were bijartin û di van beşan de wê xelat bê dayîn. Mihrîcan wê 3`yê Nîsanê bi merasîma xelatê bi dawî bibe.

 

Şano neynika civakê ye

Destpêkê ji komîteya amadekar a festîvalê Keyfa Çolî axivî. Çolî got, ‘’Cara yekemîn e ku şanoya me di nav hemû festîvalên cîhanê de bi awayekî Kurdî hate qebûlkirin. Em gelekî kêfxweş û bi heyecan in ji ber ku em şanoyên xwe bi Kurdî pêşkêş dikin.’’ Çolî diyar kir ku her festîvalek wê deriyekî nû ji şanoya Kurdî re vebike û ji bo eleqeya hatiya nîşandan jî sipasiyên xwe kir.

Cîgirê Serokê Desteya Çandê yê Kantona Cizîrê Adnan Îbrahîm jî bal kişand ser rola şanoyê û hunermendan ya di guhertina nav civakê de û diyar kir ku divê huner bibe dengê şoreşê û gel. Îbrahîm anî ziman ku şano neynika civakê ye û xwedî wê hêzê ye ku dikare tevahî civakê biguherîne.

Piştî axaftinan kurte şanoyek hate nîşandan.

Her weha li salona mihrîcanê pêşengeha wêneyan a bi navê ‘’Qêrîna Welat’’ a hunermend Huseyn Alî jî hate nîşandan.


15 lîstikên şanoyê tên nîşandan

Di roja destpêkê ya mihrîcanê de lîstika bi navê Êvîna Welat a ji Rîmelanê ku derheneriya wê Xelîl Tahlo dike hat temaşekirin.

Tevî bajarên Qamişlo, ji bajarên Dêrikê, Tirbespiyê, Rimêlan, Amûdê, Serêkaniyê, Dirbêsiyê û Hesekê 15 şano beşdarî mihrîcanê dibin. Di mihrîcanê de ji Qamişlo 4, ji Hesekê 4 û ji bajarên din jî 7 listokên şanoyê cîh digirin. Di nav şanoyan de drama, komedî û yên li ser mijarên dîrokî û siyasî jî hene. Piraniya şanoyan ne werger, bi Kurdî hatine nivîsandin û mijarên wan kurdewarî ne.

Berî mihrîcanê komîteyek ji 3 kesan şanoyên tevlî mihrîcanê bûne li bajaran temaşe kirine, kêmasiyên heyî destnîşan kirine û li gorî vê yekê şanoyên ku tevlî mihrîcanê bibin hatine destnîşankirin. Ji ber rewşa şer a li Rojava Kantona Kobanê û Efrînê tevlî mihrîcanê nebûne û tenê di asta Kantona Cizîrê de pêk te.


Şano gaveke mezin diavêje

Ji Komîteya Amadekar a Mihrîcanê Ronî Rojava derbarê mihrîcanê de agahî da û diyar kir ku ji amadekariya mihrîcanê demeke dirêj, bi xebateke berfireh meşandine û di amadekariyan de 40 kesan wezîfe girtiye. Rojava da xuyakirin ku di şert û mercên şer ên zexmet de amadekarî hatine meşandin û ji ber eleqeya ji mihrîcanê re hatiye nîşandan jî kêfxweş in. Ronî Rojava weha dewam kir: ‘’Em hêvî dikin ku sala pêşiya me hemû bajarên Rojava karibin tevlî mihrîcanê bibin. Di mîhrîcana yekemîn de 5 lîstik beşdar bûbûn lê îro hêjmara şanoyên beşdar bûne 15 in û ev jî gaveke gelekî girîng e. Hem asta şanoya Kurdî pêş dikeve hem jî eleqe zêde dibe. Par şanoyên werger zêde bûn, lê îsal di vî warî de jî pêşketinek mezin heye û piraniya lîstikan ne werger, Kurdî ne. Weke me di dirûşmeya xwe ya mihrîcanê de aniye ziman, em dixwazin civakeke azad ava bikin. Şano li ser dike civakekê ava dike. Yên ku tên temaşe dikin, guhertinekê dijîn. Ew şanoya ku li ser gel bandorekî baş bike, dibe malê gel û şoreşê. Şanoya me jî îfadekirina hakîkatê û şoreşê ye. Eger em vê bigihînin gel emê bigihin armancên xwe û serbilind bibin. Di avakirina civakeke azad de şano hem bi temaşevan, hem bi lîstikvanê xwe û hem jî bi xemû kedkarên xwe wê gaveke mezin biavêje.’’


‘Emê bigihin armancên xwe’

Ji Komîteya Amadekar Gulnaz Derwîş jî ji bajarê Serêkaniyê tevlî mihrîcanê dibe û di heman demê de di lîstika şanoyê ya bi navê ‘’Sînga Welat’’ de dilîze. Gulnaz Derwîş destnîşan kir ku ev mihrîcan ji bo pêşxistina şanoya Kurdî wê peywireke mezin rabe û weha got: ‘’Ev demeke dirêj e ku em amadekariyê dikin û ji eleqaya ku hatiye nîşandan wer xuya dike ku emê bigihin armancên xwe. Em di wê hêviyê de ku weke dirûşma mihrîcana xwe em civakeke azad ava bikin û êş û têkoşîna gelê xwe û jinê bînin ziman. Em weke gelê Kurd ji rojên dîrokî derbas dibin û li Rojava bingeha şoreşekê tê danîn. Di van rojên şoreşê û avakirina civakeke nû de şano ji bo civakê rolekî gelekî girîng dilîze. Hêviya me ew e ku em vê bi awayekî baş bi cîh bînin.’’

Ji bo mihrîcanê lejneyeke jurî a ji 5 kesan hatiye amadekirin. Piştî her lîstikê wê guftugo çêbibin û di dawiya mihrîcanê de derhenerê herî baş, lîstik û nivîskarê senaryoyê yê herî baş, ronahî û kostum û muzîk wê were bijartin û di van beşan de wê xelat bê dayîn. Mihrîcan wê 3`yê Nîsanê bi merasîma xelatê bi dawî bibe. 



DENGÎR GUNEŞ/QAMIŞLO