Yusîf der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser herêma Bab, Minbic û Şehbayê jî wiha axivî: “Di van êrîşan de komkujiyên tên kirin jî bi tu awayî nayê qebûl kirin. Em vê yekî rast e rast dagirkerî dihesibînin. Em jî dixwazin û doza van êrîşên dewleta Tirk a bi balafiran êrîş dike û dagirkeriyê pêk tîne, li saziyên navneteweyî dikin ku di dadgeh û hiqûqê saziyên navneteweyî de, bê lêkolînkirin û bê darizandin. Niha bi balafirên ku li ser gundên Minbicê hate kirin komkujiyek pêk hat, sivîl hatin qetilkirin, baş e dê beranberê vî yekî di saziyên navneteweyî de, di exleqa şer de neyên darizandin. Em dê li hember vê dagirkeriyê derkevin.”



‘Divê helwestê nîşan bidin’

Yusif bang li sazî û hêzên navneteweyî jî kir xwest li hemberî Tirkiyeyê helwestekî nîşan bidin û wiha berdewam kir: “Em ji vir bang li hemû saziyên navneteweyî, hêzên koalisyona navneteweyî ku Amerîka serkeşiyê dike, hemû hêzên ku bi dil û bi zorê tevlî nava aloziya li Sûriyê dibin dikin, pêwîst e helwestek li hemberê dewleta Tirk a vî hewildana dagirkerî û komkujiya gelên Sûriyê dike, bi awayek vekirî nîşan bidin. Eger nedin û tenê di gotin de bimîne, em dê wan jî hevkarê dewleta Tirk bihesibîn in. ”



ERDOGAN ALTAN / DIHABER / KOBANÊ