FIRAZ BARAN / KOLN

Hozan Kawa strana “Sê Bira” ji bo sê birayên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûyî, çêkir. Hem gotinên wî ne û hem jî awaza wî ye. Herbijî yan jî bi navê xelkê ew nas dikir, Celal Ozkan bavê van her sê şehîdan bû. Wî wê di kitebekê de behsa van her sê birayên şehîd bikira.

   

Hozan Kawa di albuma xwe ya yekê Ava Evînê de bi strana Sê Bira behsa van hersê birayan dike: Îsmet, Ehmed û Şêxo Ozkan ên ji Pirsûsê. Albûm sala 2001´ê derket û ev stran jî di navê de gelekî hat ecibandin. Gotinên stranê wiha ne:

Sê bira, sê heval, sê şehîdên Kurdistan

Mêrxasî li ber xwe dan wan egîdan qehreman

Bira bira sê bira

Her sê bira bi hev ra

Şêr dikin her wek şêra

Sê heval sê şehîd bira

Mazlûm ji we re bû rêber

Rengê Egîd ketin şer

Deng dan cenga jiyanê

Sê birayê welat perwer

Dilêm bû behra Wanê

Dîjle û Firat û Sîpanê

Sê navê berxwedanê

Bûn welat canfêdanê

Bavê wan di kitêbê

de behsa wan kir

Li ser hersê birayan, Gulana 2010´ê Weşanên Mezopotamyayê bi navê “Sê Bira Sê Heval Sê Şehîd” kitêbek weşand. Nivîskar, bavê hersê şehîdan, Herbijî yê Kurdan bû, yanî Celal Ozkan ew kitêb nivîsî bû. Kurê wî Îsmet, sala 1982’yan şehîd bû. Wî jî di navbera 1982-2015´an de di nava xebatên Kurdan ên sazî û girseyê de cihê xwe girt, Ew endamê KNK´ê û ji damezrînerên Heyva Sor bû. Wî 11´ê Tebaxa 2016´an wefat kir.

Di kitêbê de gava kurê wî Ehmed tevlî nav refên gerîla dibe, beriya wê tê serdana bavê xwe yê li Elmanyayê. Çend rojan pê re dibihurîne. Roja wê biçe, sibehê taştê hazir dike. Gava Herbijî behsa vê dike, pirr dilzîz dibe û bi xwe re xwîner jî dilzîz dike. “Mamosteyê” medya Kurdî Mahmut Onder ê 2017´an rehmet kirî, redaksiyona kitêbê kiriye.

Hozan Kawa jî Herbijî li Fransayê nas dike. Kawa li komeleya Marsîlayayê Herbijî nas dike. Ew bi hev re xebatê dimeşînin û Kawa tevlî nav xebatên çandê yê komeleyê dibe. Gava Kawa pê dihise 3 kurên Herbijêî şehîd in, strana Sê Bira dinivîse.