Li gorî nûçeya malpera YNK’ê, PUK Mediayê, di encama hewldanên zêde yên YNK’ê û Serokkomarê Iraqê Berhem Salih de, seferên hewayî yên di navbera balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê û Tirkiyeyê de, wê bên destpêkirin.

PUK Media dibêje wê di hefteyên pêş de qedexeya seferan a Tirkiyeyê ferz kiriye, rabe. Axir beriya vê, bûyerên li parêzgeha Silêmaniyê bal kişandin ser xwe. Di demên dawiyê de asayîşa Silêmaniyê Navendên Tevgera Azadî, saziya Çand û Hunerê Niwêger a Germiyanê, ofîsa RJAK´ê ya Ranya girtin. Her wiha li gelek bajaran destûr nehat dayîn ku yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara) û hevalên wê yên li Parîsê hatibûn qetilkirin, werin bibîranîn. Bi ser de jî ji ber biryara nîşandana filma li ser Berxwedana Sakîne Cansiz, Sînemaya Salim a Silêmaniyê rojekê girtî ma, hîna nû li ser nerazîbûnan salon dîsa hat vekirin.

Her wiha ciwanên ku dixwestin li Baxê Giştî yê Silêmaniyê û li pêşiya Zanîngeha Silêmaniyê pirtûkan bifiroşin jî hatin binçavkirin û 500 pirtûkên wan ku di nav de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz û pirtûkên gelek nivîskarên cihanî jî hene, hatin desteserkirin.

Gelo ev zilm bertîlkirina Tirkiyeyê bû?

Piştî van bûyer û zextan, gelek çavdêrên siyasî û hinek kesayetên nêzî YNK’ê bal kişandin ser wê yekê ku, ev zext û qedexe ji bo destpêkirina seferên hewayî yên di navbera Silêmanî û Tirkiyeyê de hatine kirin.

Piştî referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ku di 25’ê îlonê de pêk hat û bûyerên 16’ê Cotmehê, Tirkiyeyê seferên di navbera Hewlêr-Tirkiye û Silêmanî-Tirkiyeyê de dabûn sekinandin. Piştre qedexe ji ser balefirgeha Hewlêrê rakir, lê li ser ya Silêmaniyê hiştibû.

 

NAVENDA NÛÇEYAN