Ciwanên Efrînê û Şehbayê bi meşek girseyî ya bi meşaleyî li navçeya Ehresê ya Şehba di sexsê şehîd Garzan, Birûsk û Hawar de hemû şehîdên Berxwedana Serdemê bi bîr anî. Meş ji destpêka kolana sereke ya nevçeyê destpê kir û li Goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê kom bûn. Li vir ji bo bîranîna Şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girtin û piştre bi navê zarokên şehîdan Zêvîn Memo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin, wê li ser şopa şehîdan bimeşin û tola wan hilînin.
ŞEHBA