NAV-DEM'ê bang li Kurdistaniyan, Tirkiyeyiyan, Ereban, Asûriyan, Ermeniyan û Elmanan kir ku destekê bidin çalakiyên kon. Di serî de Elmanya li gelek welatên Ewropayê, çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengal û derdora wê, dewam dikin. Rêxistinbûyîna sîwanî ya Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn NAV-DEM ji doh ve li gelek navendan çalakiyên kon vedanê da destpêkirin. Kon wê li Bremen, Hildesheim, Berlin, Celle, Mannehim, Koln, Frakfurt, Suttgart, Bonn û Duisburgê bên vedan. NAV-DEM'ê banga beşdarî û xwedîderketina li vê çalakiyê kir û bernameya çalakiyan wiha aşkera kir:


Bernameya çalakiyan wiha ye:

Bremen: 11 -15 Tebax.
Hildesheim: 11-15 Tebax.
Berlin: 11-15 Tebax.
Celle: 11-15 Tebax.
Manheim: 12-13 Tebax her roj saet di navbera 16-22 li Marktplatzê. Roja Çarşemê saet di 19'an de wê ji Wasserturmê heta cihê çalakiya kon meş bê lidarxistin. NCK, ATIK, DIDF, ADHK, AGIF û AABF jî destekê didin çalakiyê.
Koln: 11-15 Tebax, li meydana Heumarkt.
Frankfurt: 11 -15 Tebax.
Stuttgart: 13-15 Tebax.
Bonn: 11-15 Tebax.
Duisburg: 12 -15 Tebax.

ANF/KOLN