Ji bo helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes biryar hatiye girtin ku îsal di salvegera koça wî ya dawî de rêzeçalakiyên hunerî werin sazkirin û her wiha li bajarê Silêmaniyê jî peykerekî ji mozayîkê were çêkirin.

Sazkarê peykerî Hunermend Wişyar Seîd ji raya giştî re ragihand ku wî pêwîst dîtiye îsal ji bo bîranîna Şêrko Bêkes peykerekî ji mozaîkan çêbike û got: “Beriya çend mehan min hinek wêneyên cuda yên Bêkes çêkirin, paşî fikra çêkirina peykerekî cuda hate bîra min. Lewma min biryar da peykerekî ji mozaîkan çêbikim.”

Wişyar Seîd diyar ki ku karê çêkirina peykerê Bêkes ber bi dawiyê ve diçe û got: “Min şêweyekî nû bikar aniye, ku bi stîla mozayîkî ye. Qebareya peykerê metreyek û 50 santîm e. Sposoriya karên peykerê ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê ve hatiye kirin.”

Jînegeriya Şêrko Bêkes

Şêrko Bêkes kurê helbestvanê navdar ê Kurd Fayiq Bêkes e û di 2’yê Gulana 1940’î de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye. Bêkes di 4’ê Tebaxa 2013’yê, li paytexta Swêdê Stokhomê, ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir. Termê Şêrko Bêkes, li ser daxwaza wî li Parka Azadî ya Silêmaniyê hate veşartin. 

Şêrko Bêkes weke yek ji helbestvanê modern ê Kurd tê qebûlkirin. Xwedanê çendîn berhem û dîwanên helbestan e. Gelek helbestên wî bi zimanên din ên cîhanê hatine wergerandin. 

Şêrko Bêkes di sala 1987ê li Swêdê ji destê serekwezîrê demê yê Swêdê Ingvar Karlsson, “Xelata Tucholsky” wergirt. Di sala 1992 de, di yekemîn kabîne Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bû Wezîrê Rewşenbîrî. Di sala 1998ê de Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Serdem damezrand û di sala 2009ê de hemû berhemên wî di 8 hezar rûpelan de hatine çapkirin û belavkirin. 


 SILÊMANÎ