Ji bo oxirkirina Fermandarê leşkerî yê operasyonên şerê Zilzal El-Şemal (Volkana Bakur) Heysem Ebo Bekir, Fermandarê meydanî yê şer Mustefa El-Cerah û şervanê El-Ekrad Ehmed Qebesîn, bi sedan welatiyên herêma Efrînê li pêşiya Navenda Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn. Welatiyan cenaze wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya girîdayî navçeya Şera ya Efîrnê, bi rê ketin. Li goristanê merasîm bi rêzgiritinê dest pê kir. Paşê li ser navê Tugaya Eniya El-Ekrad, Saziya Malbatên Şehîdan, Desteya Karûbarên Olî û malbatên hersê tekoşeran axaftin hatin kirin. Ji aliyê xwe ve Serokê Desteya Karûbarên Olî Fêsel Hebeş got ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê li hemberî neyarên gelan ku dixwazin parçebûn û şerê navxweyî çêbibe, dest dane hev. Piştî bidawîkirina axaftinan, welatiyan cenazeyên hersê tekşeran di nava durişmeyên dilsoziya bi şehîdên şoreşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re û tilîliyên dayîkan spartin axê.
EFRÎN