Girseya gel bi karwenekî ji wesayÎtan berê xwe da Goristana Şehîd Seydo ya li girê şehîdan ê li navçeya Cindirêsê û Goristana Şehîd Refîq a girêdayî navçeya Şêrawa. Cenazeyên Roj Evîn (Mûna Mond) û Delîla Evîn (Gulê Çawîk) li Goristana Şehîd Seydo hatin veşartin. Li goristanê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Piştre fermandara YPJꞌê Dîcle Hisên, li navê Saziya Malbatên Şehîdan Fewzî Seydo û hevseroka Meclîsa Rêvebr a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa, axivîn. Piştî axaftinan nasnameyên her du têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û di van tîliyên dayikan de, cenaze spartin axê.
Li goristana şehîd Refîq a li gundê Metîna jî, welatiyan merasîmek ji bo oxirkirina têkoşer Gulbihar Zagros lidar xistin. Di merasîmê de, nûnerên Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê û nûnerên Saziyên Sivîl, amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre fermandara YPJꞌê Avesta Roj, li ser navê saziya malbatên şehîdan Meyem Henan û serokê Desteya Têkîliyên Derve Silêman Cefer, axivîn. Qisekeran soza şopandina rêyaşehîdan heya bidestxistin azadiyê dan.
Nasnameya Gulbihar Zagros hate eşkerekirin û di nav dirûşmeyên “bijî berxwedana YPG/YPJꞌê” sipartin axê. Van têkoşerên azadiyê di 1’ê Tebaxê de, li herêmên Şehbayê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞꞌê de, jiyana xwe ji dest dabûn.
EFRÎN