HDP dibêje, armanca wê ye di hilbijartinên cihî de şaredariyên di bin dagirkeriya qeyûman de rizgar bike û zêdetir şaredariyan bi dest bixe.

BERÎVAN ALTAN / MA / ENQERE

Li Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinên cihî nêzîk dibe. Ji bo hilbijartinan tifaqên di navbera partiyan, bendewariyên piştgirî dayîna hev û nîqaşên li ser namzetan zêdetir dibin. HDP´ê jî têkildarî bajarên Kurdan û stratejiya li rojavayê Tirkiyeyê, xebatan bi rêve dibe. Alîkara Hevseroka Giştî û Berpirsa Rêveberên Herêmî ya HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler, derbarê tifaqên berî hilbijartinên herêmî, hevbeşî û bendewariyên piştgirîdayîna hev de agahî dan.

‘Peywir dan waliyên dagirker’

Ozsokmenler, di destpêkê de balkişand ser qeyûmên şaredariyên DBP´ê dagir kirine û got, “Qeyûman li Kurdistanê, pergala tekparêz û navendîparêz bi rêve bir. A rastî, waliyên dagirker bi van perwiran tevgeriyan. Niha di nava namzetên AKP’ê de qeyûm hene. Gel li dijî van polîtîkayan bi hêrs e. Gelê me, wê li ser sindoqan bersiveke baş bide van polîtîkayên talanker û dagirker.”

‘Hevdîtinên me dewam dikin’

Yurdusev Ozsokmenler, li ser hevdîtinên wan ên bi partiyên li bajarên Kurdan re jî ev agahî dan: “Em armanc dikin ku şaredariyên di bin dagirkeriya qeyûman de rizgar bikin û zêdetir şaredariyan bi dest bixin. Em amade ne ku li Tirkiyeyê bi hemû eniyên muxalif re bên gel hev. Li hin cihan Partiya Saadetê bi bandor e û li hin cihan jî CHP bi bandor e. Em dixwazin li gorî herêman tevbigerin.”

‘Namzetên rêzdar pêwist in’

Ozsokmenler, di dawî de got, “Divê muxalif namzetên rêzê didin nirxên gelê Kurd nîşan bidin. Em ê ti carî piştgiriyê nedin namzetên neteweperest, alîgirê şer. Heger em piştgiriyê bidin van namzetan, wê demê em ê paradîgmaya xwe înkar bikin. Ji ber vê, em hemû partiyên siyasî hişyar dikin û dibêjin heger hûn piştgiriyê dixwazin, wê demê divê hûn namzetên rêzê digirin ji pîvan û nirxên me re, diyar bikin.