Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê projeya "Bila sala 2013'an bibe Sala Sûrên Amedê" amade kir. Projeya ku di 2012'an de hate amadekirin li bendê ye ku di sala 2014'an de bi dawî bibe. Der barê amadekarî û armanca projeyê de Berpirsiyarê Projeyê Metin Kilavuz, diyar kir ku ew dixwazin mîrateyên wan bê parastin di nava UNESCO de cih bigire. Kilavûz. diyar kir ku ev proje ji bo Amedê gelek girîng e û dê di qada civakî û aborî de piştgiriyek mezin bide Amedê. Kilavuz, anî ziman ku ger Kelehên Amedê di nava mîrateya Cîhanê ya UNESCO de cih bigire, dê di qada aborî û civaki de piştgiriyek gelek mezin bide wiha got: "Divê her kes li Sûrê Amedê xwedî dernekevin. Destdayîna Sûran destdayîna aştiyê ye. Divê em li Sûran û aştyê xwedî derkevin. Dê di sala 2014'an de Sûrên Amedê têkeve nava Mîrateyên Cîhanê yên UNESCO û divê her kes li vêi mîrateyê xwedî derkevin. Kampanya bi slogana "Sûrên Amedê amade ye ku sirrinên xwe parve bike. Hûn amadene ku îmzeyan bidin" dest pê kir û li gelek cihên Amedê stand hate vekirin. Dîsa li ser malperê kampanya hate destpêkirin. Heta niha 80 hezar kesan îmke kir. Em dixwazin têkevin UNESCO'yê. Em dê di 2014'an de ji bo lîsyeta mayinde serî li UNESCO bidin. Em dixwazin berî her tiştî dîrok û mîrateya 8 hezar salan bi cîhanê bidin naskirin û biparêzin. Em dê di 11-14'ê Çile de li Pirtûkxaneya Neteweyî ya Enqereyê pêşengeha wêneyan a Sûrên Amedê vekin. Di 24'ê Çile de li Fuara Emîtt Turizmê ya Stenbolê em dê pêşengehê vekin. Daxwaza me ya sereke ku Wezîrê Turîzm û Çandê sala 2013'a wekî sala Sûrên Amedê îlan bike ye. "

Kilavuz, da zanîn ku wan stanta îmzeyan bi navnîşana "www.diyarbakırsur.com" li ser malperê vekiriye û ji her kesî îmze tên. Kilavuz, anî ziman ku armanc dikin ku di sala 2014'an de Sûrên Amedê di lîsteya mîrateyên çandê yên UNESCO de bi cih bikin. 

DÎHA/AMED