QSD: Ji vir careke din em bang li hikûmeta Sûriyê dikin ku pêwîste dest bi  çareseriyek guncav ji bo rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û doza Kurd bi taybet bike û îtîrafê bi tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê bike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)  li bajarê Hesekê civîna xwe ya salane pêr li dar xist. Civîn li Fermandariya QSD’ê ya li Hesekê bi tevlêbûna 600 delege ji YPG, YPJ, Ceyş El-Siwar, Lîwa Şemal Demokratîk, Cebhet El-Ekrad, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Senadîd, her wiha mêvanên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, partiyên siyasî û saziyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên pêkhateyên QSD’ê bi dirûşma ‘Ji qedandina çeteyan ber bi pêkanîna îstîqrarê’ pêk hat. Civîna ku li çapemeniyê girtî dom kir, piştî nîqaşan encamnameya civînê ji aliyê Berdevkê Boroya Çapemeniya QSD’ê Mûstefa Balî ve hate xwendin.

Encamname wiha ye;

“Di vê pêvajoya dîrokî de me Hêzên Sûriyeya Demokratîk civîna xwe li dar xist da ku bibe bingeha sereke ya avakirinê û danîna planên guncaw ji bo pêvajoya dema bê. Tevî ku di aliyê leşkerî de derbên giran li çeteyên DAÎŞ‘ê hate xistin û di aliyê erdîngarî de tine bû, lê xeterî û gefên wî yên li ser ewlehî û aramiyê hîna bi dawî nebûye. Niha şerê li dijî vê rêxistina çete êdî ji berê zehmetir bûye. Ji ber ku tektîka şer guhert û şaneyên veşartî di nava sivîlan de bi cih kiriye. Di demekê de ku em bi israr in di rakirina koka vê şaneyê de, em dixwazin Hêzên Koalîsyona Navdewlwetî beşdarî şerê me bibe da ku ku em di vî şerî de ku me bi hev re destpê kiriye, bi hev re jî bibin serketinê.

Dewleta Tirk dixwaze bereyekî nû veke

Di demekê de ku têkoşîna me ya li dijî  DAÎŞ‘ê encam digirt, dewleta Tirk Efrîn dagir kir, hewl dide eniyeke nû li dijî hêzên me veke, ev yek bandoreke neyînî li pêşveçûna şerê me û têkoşîna me ya li dijî rêxistina DAÎŞ‘ê kir. Îro careke din em vê bangawaziyê dûbare dikin ku dewleta Tirk hewl dide eniyeke nû li dijî hêzên me veke, ev yek wê bandoreke neyinî û mezin li şerê me yê hevpar bi Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ´ê bike. Ji ber vê yekê em destekê didin xebatên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka yên bi armanca ku bi Tirkiyê bighêje formeke lihevkirinê ku mekanîzmeya parastina ewlehî û aramiya herêmên sînor peyda bike.

Ji bo vegera xelkên Efrînê

Me di civîna xwe ya salane de eşkere kir ku ji bo lihevkirina Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û dewleta Tirk bi ser bikeve çi bikeve ser milê me em ê bi cih bînin. Di heman demê de em soza xwe ya ku ji bo vegera xelkên Efrînê li warê xwe nû dikin û dibêjin, bêyî vê yekê aştiyek dayîm li Sûriyê ne pêkan e. Ji vir careke din em bang li hikûmeta Sûriyê ya li Şamê dikin ku pêwîste dest bi vedîtina çareseriyeke guncav ji rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û doza Kurd bi taybet bike û îtîrafê bi tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê li ser rêgeza dewlemendiya cihêrengiyê bike. Her wiha em bang li hikûmetê dikin ku diyaloga Sûrî-Sûrî, danûstandina bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser rêgeza îtîrafkirina bi rêveberiyê, taybetmendiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk qebûl bike tevî bi mafên gelê Kurd, Suryan û Asûr di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û ne navendî de îtîraf bike.

Me hêzên pispor ên taybet ava kir

Weke Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ev saleke me dest bi prosesa jinûveavakirina sazumaniya hêzên xwe kir li gorî pêvajoya heyî. Bi rêya avakirina meclîsên leşkerî yên herêmî ji tevahiya beş û herêman re me gelek gav di vî warî de avêtin. Her wiha me sazî û hêzên pispor ên taybet ava kir. Di vê civînê de bi rêya avakirina meclîsa leşkerî ya giştî me careke din berdewamkirina prosesa jinûveavakirina sazumaniya Hêzên Sûriyeye Demokratîk teqez kir. Tevahiya meclîsên leşkerî yên herêmî wê di bin sîwana vê meclîsê de kom bibin. Me saziyên leşkerî yên bilind ava kirin da ku kar û barên saziyên leşkerî li tevahiya beş û herêman birêxistin bike. Rêziknameyên me li gorî peyman û lihevkirinên navdewletî ne. Di dawiyê de em Hêzên Sûriyeya Demorkatîk spasiya tevahiya kesên ku tevlî civîna me ya salan e bûne ji nûnerên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk, partiyên siyasî, saziyên demokratîk û hevalbendên me yên Koalîsyona Navdewletî dikin. Em hêviya pêkanîna ewlehiyê ji gelê me, welatê me û cîhanê re bi giştî dixwazin.

ANF/HESEKÊ