Di encama kolandinê de cenazeyê kesekî di nava beteniyê de hatî pêçand hat dîtin, cenazeyê ku hatî dîtin ji bo testa DNA’yê parçe jê hatin girtin û şandin tiba Edlî. Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz di 2’ê Çileya 2001’ê de birin fermandariya jendermeyan û careke din agahî ji wan nehat wergirtin. Kolandina gorên ku tê îdîakirin ên wan e li Taxa Micirsafa ya Kerboranê bi fermana Serdozgerê Komarê yê Kerboranê pêk hat. Di dema kolandina ku saetekê dom kir de birayê Tanîş parêzer Hakim Tanîş û bavê wî Şuayîp Taniş, Rêveberên Şaxa ÎHD ya Mêrdînê, Baroya Şirnexê , Rêveberên BDP û MEYA-DER’ê beşdarî kolandinê bûn. Gel bi pankata li ser “Bibe dengê yên hatin winda kirin” nivîsandî û wêneyên Tanîş û Deniz hatin li ser gorîstanê. Parceyên ku ji cenaze hatîn girtin wê ji aliyê pîsporên tipa Edliyê ve bi DNA’a ya xizmên Tanîş û Denîz re bînin beramberî hev.
MÊRDÎN