Polîsan Tanriverdî bi erdê re kaş kirin û li rastî heqareta polîsan hat. Tanriverdî diyar kir ku ji ber aşkerekirina bûyerên li Pozantiyê ew li rastî gef û lêdana polîsan hatiye.
Pêr li Mêrsînê, Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxê Mêrsînê Alî Tanriverdî weke çavdêr xwest beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibe, lê li rastî lêdan, heqaret û tehdîdên polîsan hat.
Tanriverdî got ku ji ber lêdana polîsan gelek cihên wî birîn bûye û got; “Em û rêveberên ÎHD’ya Mêrsînê, weke çavdêrî beşdarî pîrozbahiyên Newroza Mêrsînê ya li Tirmiltepeyê bûn, em li nêzîkê qadê bûn, li wir tenê polîs hebûn. Di carekê de polîsan gotin ‘hemû zû ji vir biçin’. Min jî got ev der ji bo raya giştî vekirî ye. Piştre jî amîrê polîsan ji polîsan re got ‘vî zilamî bigirin.’ Çend polîs bi ser min de hatin, li min xistin û min bi erdê re kaş kirin. Xwestin li ser min lêgerîn pêk bînin. Min got ‘belgeya we ya destûra lêgerînê heye?’ wan jî ji min re got de ‘Em ê di wesayîtê de begleya destûrê nîşanî te bidin’ û gef li min xwarin.”
Tanriverdî diyar kir ku rêveberên ÎHD’ê yên li wir ji polîsan re gotin; “Alî beg serokê ÎHD’ê ye, hûn çawa ew binçav dikin”, polîsan jî bersiv dan û gotin; “Em wî baş nas dikin. Kî be jî em ê binçav bikin.” Piştî demek kin di wesayîtê de ma, serbest hate berdan. Tanriverdî diyar kir ku ji ber wana pêkanînên tacîz û tecawizê yên li Girtîgeha Pozantiyê aşkere kirin, li rastî lêdan û gefên polîsan hatin. Tanriverdî diyar kir ku ew ê giliyan polîsan bike bike û bibe dozdar û destnîşan kir ku polîsan xwestine bi vê yekê çav bitirsînin.
MÊRSÎN