Gava mirov roja me ya îro peyva parfum dibihîsin, bivênevê welatên rojava û nexasim jî Îtalya, Fransa û paytexta wê Parîs tên bîra mirovî. Lê di rastiyê de parfum hema li başûrê Kurdistana me, li Babîlona Kevin (di hezarsala 2´yem a beriya mîladê) pêşî peyde bûye.
Di peydebûna parfumê de aliyekî din ê balkêş heye, berevajî parfumçêkerên Romayî, û yên modern ên roja me ya îro, parfumçêkera yekem a belgekirî a dinyayê jinek bûye. Ew di heman çaxî de yekem kîmyagera di belgeyan de navbirî ye.
Erê em behsa Taputtî dikin; yan jî bi awayê navê wê bi nîşan dihat hildanm Taputti Belatekallim. Belatekallim tê maneya ku ew sereke mala xwe ye.
Di lewheyeke nivîsa bizmarî li ser de ku ji sala 1200´î beriya mîladê maye, tê gotin ku Taputtî parfumçêkera qesra qraliyetê ya fermî ye; heta ew serparfumçêker e. Heta bi qasî belge nîşan dide, ew bi dewreke girîng a mufetişiya Qesra Qraliyeta Babîlonê li ser mijarên ilmî rabûye. Hasilî wê rêbazên teknîka ji nebatan û tiştên din derxistina bêhnê bi pêş xist û pê re hîm danî ji bo parfum çêkeriyê. Wê ev rêbazên xwe qeyd kirin û derbasî nifşên piştî xwe jî kir ku di navê de ya herî diyarker bikaranîna wan madeyên fûrek û bişivîner e ku dikin bêhn di nava hewa û atmosferê de belav bibin. Em pê dizanin ku wê ji rûn û dohnên cihê yîn ji pelên kulîlkan, ji hin cureyên qamîşan, giyayê şemsiyeyî, şîrêza dara murê û dohnê wê bi kar aniye. Wê ev tevlî hev kirine, av û madeyên fûrek avêtine nav û bi caran ew dawerivandiye.
Ha, ew ne bi tena serê xwe bû. Ew bi zanyareke din re dişixulî. Navê jî mixabin li ser lewheyê şikestiye û em dizanin ku dawiya navê wê (-)nînû ye. Ango herdu kîmyagerên pêşî ên dinyayê, bê şik û guman jin bûne û ne dûrî me, hema li cîran nêzî Bexdaya îro bû.
AMED