Endamê Kordînasyona Civaka Êzîdî Zekî Şengalî têkildarî projeya Nexşerêya Xweseriya Demokratîk a Şengalê got, ev proje diviyabû ji mêj ve hatiba pêşkêşkirin û wiha peyivî: “Ev projeyeke maqûl e. Diviyabû di nava van sê salên derbasbûyî de ev proje hatiba pêşkêşkirin lê ji ber rewşa awarte ya Şengalê ev pêk nehat. Ev proje dikare yekîtî û tifaqa tevahiya Êzîdiyan pêk bîne û pêşî li fermanên nû bigire.”

  

Hûn vê projeya ji bo xweseriya demokratîk a Şengalê hatiye pêşkêşkirin, çawa dibînin?

Ev proje wê tifaq û yekîtiya Êzidiyan bi pêş bixe. Lewma em vê projeyê maqûl dibînin. Ev proje dikare cemaetên din jî himbêz bike. Projeyeke di cih de ye lê kêmekî dereng maye. Diviyabû gavên hîn mezintir bihatana avêtin. Ji bo xweseriya Şengalê û yekîtiya Êzîdiyan gelek hevdîtin û danûstandinên cuda pêk hatin. Ji bo xweserî bête ragihand, gelek civîn çêbûn. Ji bo em lihevkirinekê li ser projeyê çêkin, ev demeke dirêj bû ku em li ser dixebitîn. Me weke civaka Êzîdî gelek xebat û nîqaşên berfireh li ser çawaniya xweseriyê daye meşandin.

Ev demeke dirêj bû ku gelek gundên Êzîdiyan di destê DAIŞ’ê de bûn. Lê, beriya niha bi demeke kurt ev gund hatin kontrolkirin lê, hîna jî nehatine dagirtin. Şengal herêmeke Êzîdiyan e û gelek êş li ser vê axê hatine kişandin. Bi sedhezaran xelkê Êzîdî koçber bûne û hîna jî venegeriyane ser xaka xwe.

 

Çareserkirina pirsgirêkên statûya Şengalê dikare hemû pirsgirêkên civaka Êzîdî jî çareser bike?

Heger pirsgirêkên Şengalê çareser bibin, pirsgirêka Êzîdxanê hemûyî jî wê çareser bibe. Pirsgirêka Şengalê pirsgirêka giştî civaka Êzîdî ye. Ne tenê pirsgirêka Êzîdiyên li Şengalê û li Başûr pirsgirêka hemû civaka Êzîdiyan e.

Ev piroje  weke destpêkekê ye. Ev projeya xweseriyê wê gelê Êzîdî hemûyî li dora xwe bicivîne. Ev weke projeyeke çareserkirina hemû pirsgirêkên civaka Êzîdî ye. Divê hemû Êzîdiyên li welêt û derveyî welêt vê projeyê weke nexşerêya xwe bibînin û cihê xwe di bin sîwana xweseriya demokratîk de bigirin.

 

Gelo xweserî dikare tifaqa Êzîdiyan çêke?

Heta niha tifaqek di navbera civaka Êzîdî de pêk nehatiye. Ji ber vê, rêya herî maqûl ya pêkhatina civaka Êzîdiyan, bipêşxistina sîstema xweseriya demokratîk e. Ev nexşerê wê bibe sedema tifaqa di navbera Êzîdiyan de. Yên ku heta niha dijayetiya sîstema xweser dikin, divê edî dest ji wan fikrên xwe yên dijber berdin, ji ber wê, avakirina sîstema xweser a Êzîdiyan wê bibe rêya avakirina yekîtiya civaka Êzîdî. Jixwe, beriya ev proje were pêşkêşkirin hevdîtin li gel gelek derdorên siyasî, dîndar û aliyên cuda pêk hatin.

 

Civaka Êzîdî bi çi rêbazî dikare pêşî li fermanan bigire?

Divê êdî civaka Êzîdî rê nede fermanan û bixwe li ser lingê xwe bisekine da ku karibe xaka xwe biparêze. Rêya pêkanîna vê jî tenê avakirina sîstema xweser e. Bi tenê ev sîstem wê karibe civaka Êzîdî azad bike. Ji ber ku heta niha her baweriyê pişta xwe daye hindeke din. Divê civaka Êzîdî zanibe, avakirina sîstema xweseriya demokratîk wê bibe rêya azadiya civaka Êzîdxanê.

Civaka Êzîdî ketibû rewşeke wisa ku tenê li roja xwe difikirî û dest ji her tişta bikeve xizmeta civaka Êzîdî berdabû. Ji ber vê yekê fermana 73’an hat serê wê. Divê civaka Êzîdî xwe bixwe birêve bibe û baweriya xwe bi sîstemekê bîne ku bibe rêya azadiya civaka Êzîdî. Yek ji sedemên komkujiyên li dijî Êzîdiyan ne yekbûna wan e. Her wisa nebûna pêşengiyeke rast jî ye. 

 

Gelo piştî hevdîtinên we bi aliyan re, hemfikirbûnek li ser vê projeyê heye, hebe heta çi radeyê ye?

Eger qeymeqamê Şengalê dibêje, agahiya min ji vê sîstemê nîne, wê demê ew ji rastiya civaka Êzîdî ya rêxistinkirî direve û qebûl nake. Eger derdekî wan yê çareserkirina pirsgirêkên civaka Êzîdî hebaya dê heya niha ev çareser kiribana û bi rola xwe rabûbana, her wisa wan ê hemû hêza xwe xistiba xizmeta xweseriya Şengalê de.

Komîteya amadekar ya nexşerêyê li gel, derveyî Şengalê bi şêx û civaka ruhanî re danûstandin kirin ku di dema pêş de li ser van mijaran li hev bicivin û nîqaşên hevpar bikin. Kî beşdarî xaleke projeyê nebe divê bibêje, ez beşdarî vê xalê nabim, lê divê kes xwe li derveyî vê nebîne. Divê em li ser bihêzkirin û bipêşxistina projeyê rawestin.


Firsenda dîrokî

Civaka Êzîdî dînî ye, divê oldarên Êzîdiyan cihê xwe di nava projeyê de bigirin. Divê eşîr û oldarên Êzîdî hebin. Divê vê projeyê weke projeya xwe bibînin. Pêwîst e bibin tifaq û bi hev re xweseriya xwe ragihînin. Ev xebateke sîwan a civaka Êzîdî ye. Em ji civaka Êzîdî re dibêjin, bila bi hêza xwe bawer bin û ji xwe bawer bimeşin.  Ev firsenda ji bo Êzidiyan, divê neyê berdan. Divê herkes bi vê bîreweriyê tevbigere. Pêwîstiya Êzîdiyan ji nan û avê zêdetir bi yekîtî û tifaqeke xurt heye da ku bikarin pêşiyê li fermanan bigirin.


 ROJNEWS/ŞENGAL