Bayik hişyarî da ku eger hikûmet gavê neavêje, dibe ku têkoşîna çekdarî ji nû ve destpê bike û anî ziman ku ji bo başkirina şert û mercên ragirtinê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di mijara guhertinên destûra bingehînî de garantiyan û rêveçûna pêvajoyê bişopîne, wan xwestine aliyekî sêyemîn bê diyarkirin. Bayik ragihand ku Hêzên wan ên ji destpêka pêvajoya aştiyê ji meha Adarê ve ji Tirkiyê derketine, dikarin carek din vegerin Tirkiyeyê. Bayik da xuyakirin ku di rojên pêş de wê diyar bibe ka pêvajoyê ber bi kîjan alî ve biçe. Bayik da xuyakirin ku komên çete yên li Rojava li dijî Kurdan şer dikin ji Tirkiyê piştgiriyê digirin û li ser navê Tirkiyê bi “wekaletî” şer dikin û bi van gotinan Tirkiye hişyar kir; “Eger hikûmeta Tirk bi riya van çeteyan êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê dewam bike, hingî mafê gelê Kurd heye ku şer derbasî nava Tirkiyê bike.”
ANF/BRUKSEL