Li herêmê ji ber pirsgirêka Kurd bi riya siyasî û diyalogê nehat çareserkirin PKK'ê di sala 1984'an de dest bi şerê çekdarî kir. Bi destpêkirina şerê çekdarî re dewletê li herêmê pergala cerdevaniya gundan pêş xist. Li gorî daneyan tê zanîn ku li herêmê 3 hezar û 882 gund hatine valakirin. Hundur, anî ziman ku piştî gund hatin valakirin nêzî 4 milyon Kurdên ku gundê wan hatin hilweşandin û şewitandin neçar man ku koçî bajaran û metrepolên rojava bikin. Hundur, da zanîn ku welatiyên ji gund û warên xwe koç kirin, li Amed, Wan, Elih, Riha, Edene, Mêrsîn, Hatay, Antalya, Îzmir, Manîsa, Stenbol, Enqere û gelek bajarên din bi cih û war bûn. Hundur, da zanîn ku welatiyên koçî bajaran kirin rastî gelek zor û zahmetiyên dijwar hatin û ji hemû nirxên xwe hatin dûrxistin û wiha got: "Welatiyan zeviyên xwe, bax û baxçeyên xwe li pey xwe hiştin. Sewalên xwe mal û milkê xwe tev li pey xwe hiştin û koç kirin. Cerdevanan malê welatiyan talan kir û dagir kir. Hikûmeta Tirkiyeyê welatî tev koçber kirin. Welatî ji ser axa wan rakirin û berê wan dan bajarên xerîb. Hêj li herêmê Bajaroka Ertuşê û gundên Bedrotê qedexe ne.


Mahkûmî xizaniyê bûn

Hundur, da zanîn ku piştî pergala cerdevaniyê hat pêşxistin, li hemberî welatiyên ku nebûn cerdevan operasyonên mezin hatin lidarxistin û kesên nebûn cerdevan xaniyê wan û gundê wan hatin şewitandin û bi zorê dan koçberkirin. Hundir, da zanîn ku welatiyên bi zorê hatin koçkirin mahkûmî xizaniyê hatin kirin û wiha got: "Welatiyên ku berê rewşa wan gelek baş û aram bûn, piştî hatin koçberkirin mahkûmî xizaniyê kirin û mohtacî her tiştî kirin. Lazim e berî her tiştî bingeha vegera gundan bê destpêkirin. Divê berî her tiştî teqez pergala cerdevaniyê bi dawî bibe. Ji ber ku bi salan in cerdevan tev li hemû karên qirêj bûne. Divê hemû bermahiyên şer bên paqijkirin. Teqemenî û mayin divê teqez bên paqijkirin. Divê hemû gund û xaniyên ku hatine hilweşandin û hatine wêrankirin ji nûve bên avakirin. Ji bo vê yekê divê alîkariya avakirinê bê dayîn."

Ji bo aştiyek mayinde

Hundur, da zanîn ku li gorî zagona 5233'an a projeya gund û bajaran, gelek welatî mexdûr dibin û wiha axivî: "Divê ev zagon ji nûve bê rastkirin. Divê projeay tazminatê ji nûve bê amadekirin û ji bo hemû welatiyên ku gundê wan hatiye valakirin û xaniyê wan hatine hilweşandin alîkarî bê kirin. Bi milyonan welatî nêzî 18- 20 salan ji gund û warên xwe dûr ketin. Lê dewlet tenê 15 -20 hezar lîra tazmînat dide. Dewlet bi vî rengî qerfê xwe bi welatiyan dike. Lê cerdevanên ku gundê xwe koç nebûne û xaniyê wan saxlemin jî 200- 300 hezar lira girtin. Ev çawa edalet e. Divê tazmînat bi awayekî adîlane bê dayîn. Divê teqez mexdûriyeta welatiyên bi zorê koç kirine bê çareserkirin. Divê dewlet bi rastiya xwe re bê rûqalî hev û lêbarîna xwe ji welatiyan bixwaze. Ji bo em tespîta pirsgirêkan û zerar bikin me li gundan dest bi xebatê kiriye. Komîsyona Şopandina Vegera Gundan em ava dikin. Di verê de dema li hemberî vegera gundiyan astengî derkeve em dê mudaxale bikin. Ji bo aştiyek mayinde divê berî her tiştî bingehekî xurt bê avêtin. Divê teqez teqemeniyên li herêmê bên paqijkirin.
Divê qereqol neyên avakirin û qereqolên heyî jî bên valakirin. 

DÎHA/WAN