
Di encama êrişên DAIŞ’ê de bihezaran welatiyên Êzîdî di qirkirin û komkujiyê re derbasbûn. Li devera Şengalê gelek gorên Komî yên Êzîdiyan hatine dîtin lê, ji bo vekirina van gorên komî û lêkolînkirina wan hîna jî ti xebatek ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistan û Bexdayê ve ne hatiye kirin.
Berdevkê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan ya Hikûmeta Herêmê ragihand ku ew hewl didin dest bi xebateke vekirin û lêkolînkirina van gorên komî, bi hevkariya saziyên navnetewî bikin.
Tekildarî vekirina gorên komî yên Êzîdiyan Berdevkê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Fûad Osman ji ajansa me re axivî û got: “Berê 67 cenaze bi merasîmekê li Şerfedînê hatin definkirin. Her wiha Licneya Bilind ya Nasandina Qirkirina Kurdên Êzîdî û pekhateyên neteweyî û baweriyan ku bi pêşengiya Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan dixebitin, ji bo vekirina gorên komî yên Êzîdiyan hewl didin bi saziyên navnetewî re bixebitin. Ji bo van encamên ji lêkolîna gorên komî yên Êzîdiyan derbikevin, bikarin weke belgeyekî ‘Êzîdî hatine qirkirin’ di dadgehên navnetewî de bidin qebûlkirin, em dixwazin xebateke hevbeş li gel saziyên navnetewî bidin destpêkirin.”
Bi dehan gorên komî hene
Fûad Osman bi berdewamî got: “Li devera Şengalê li ew herêmên ku ji dest çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin de 30 gorên komî hene. Lê tê îdakirin ku li gundê Koçoyê ku hîn di bin destê çeteyên DAIŞ’ê de ye gelek korên komî hene û di wan goran de jî tê texmînkirin ku zêdetirî 450 cenaze hene. Em hevîdarin ku ew herêm jî demek ji ya din zûtir werin rizgarkirin da ku em xebatên li ser goren komî bidin meşandin.”
Heya niha jî bi awayeke fermî di asta navnetewî de qirkirina Êzîdî ne hatiye naskirin. Eger ev gorên komî bi berfirehî werin lêkolînkirin ev wê di asta navnetewî de jî weke belgeyeke qirkrina Êzîdiyan bê pejirandin.
AŞTÎ EHMED / HEWLÊR / ROJNEWS